Rêveberiya Xweser: Dest ji bêbextiya bi gelên Sûriyeyê re berdin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva daxuyaniyên hikûmeta Şamê yên têkildarî bûyerên dawî yên li Hesekê da. Rêveberiya Xwezer got ku dest ji bêbextiya bi gelên Sûriyeyê re berdin.

Wezareta Derve ya hikûmeta Şamê li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya girtiyên DAIŞ'ê ya bajarê Hesekê daxuyanî dabû. Wezaretê berxwedana QSD'ê ya li hemberî van êrîşan bi sûcên şer wesifandibû.

Têkildarî mijarê, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da. Daîreyê daxuyaniyên hikûmeta Şamê bi "pêkenok " wesifand.

Daxuyaniya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

"Ev deh sal in û aloziya Sûriyê gûrtir dibe. Rejîma Sûriyê berpirsyartiya herî mezin ji rewşa mirovî, siyasî û aborî ya xirab a Sûriyê ye wergirtiye, ji tevgera koçberî û penabertiyê ku gelê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê pê re rû bi rû ma, erdîngariya wê, her wiha binsaziya ku hate wêrankirin, dagirkirina beşin ji xaka Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve. Ji ber van bûyeran hewcedarî bi helwest û berpirsyariyên zêdetir hebû.

Em dibînin ku rejîma Sûriyê bi gotinên şovenîzm û bêaqilî êrîşî hêzên ku li dijî terorê şer dikin, dike, QSD bi taybetiyên nelayîq bi nav dike. Ev yek hişmendiya wê şîrove dike ku bi vê hişmendiyê desthilata xwe ya despotîk bi rêve dibe. Rejîm têkildarî êrîşên li ser girtîgeha Xiwêran a li Hesekê  ya ku bi hezaran DAIŞ'ê dihewîne, dibêje ku berxwedana li dijî terorîstan sûcên şer e. Di sala 2015'an de rejîm û artêşa wê li pêşberî 100 terorîstan ji vê girtîgehê reviyan. Di wê demê de girtîgeh ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ve hate rizgarkirin.

Daxuyaniyên wezareta rejîmê û Fesysel Miqdad, pêkenok in. Diviyabû ku rejîm bûyerên ku îro li Sûriyê diqewime, sûcên ku di nava 10 salan de rû dane, ji qetilkirin û koçberkirina sivîlan bipirse. Xwezî ev daxuyaniyên wezareta derve ya rejîmê ji bingehê Sûrî be!  Ji bîr kiriye ku Hesekê bajarekî Sûrî ye û yên ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin, zarokên Sûrî ne. Lê wisa xuya ye ku tercîha DAIŞ’ê weke rêgezekê ji bo rewakirina têkçûna rejîmê di diyalogên bi Rêveberiya Xweser re û serkeftina wê di serweriya li herêmê de, îro ji her axaftineke erênî li ser hewldan û berxwedana ku li Hesekê tê kirin tê qebûlkirin.

Di demekê de ku em van daxuyaniyên ne berpirsyar şermezar dikin, em dixwazin bînin bîra xwediyên wê ku DAIŞ'ê rûbereke fireh ji Sûriyê dagir kir û ne ji berxwedan û fedekariyên gelê me bûye di aliyê leşkerî de lawaz nedibû. Diviyabû ku wezareta derve ya rejîmê di rêgirtina li ber kiryarên Tirkiyê û dagirkirina wê ya li Sûriyê û kiryarên çeteyên wê de, rola xwe di asta Konseya Ewlekariyê û Neteweyên Yekbûyî de bilîsta. Ev daxuyanî moralekî mezin dide DAIŞ û Tirkiyê ya dagirkirî ya ku rasterast destekî didin kiryarên terorîstên li girîgeha Xiwêran.

Em Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bang li hikûmeta Şamê dikin ku baş bifikire, ji xewê şiyar bibe, baş bizanibe ku hemû plan û gotinên wê êdî bêfêde ne û tu kes romanên wê bawer nake. Divê dest ji xîtab, xiyanet û wêrankirin berde bi kêmanî bêyî li xwe vegerê."