Rêveberiya Xweser bang li gel ki ku li gorî tedbîran tev bigerin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaz kir li gorî tedbîrên li dijî pandemiya vîrûsa Korona a qedexeya 15 rojan a derketina derve hatibû îlankirin, tev bigerin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku daxuyaniyek nivîskî da got: “ Bang li gel dikin ku li gorî tedbîrên hatine girtin tev bigerin û ji bo pêşîgirtina vîrûsa Korona alîkarî me bin.”

Rêveberiya Xweser bi domdarî got: "Di demekê de ku vîrûsa Korona ya nû (covîd-19) xeteriyeke mezin ava kiriye û li seranserê cîhanê tedbîrên pêwîst bi taybetî yên xweparastina ji vîrûsê tên girtin, her wiha li gorî biryarnameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo parastina tenduristiya giştî, em bang li tevahî gelê xwe dikin ku bi me re hevkar bin da ku karê me hêsantir bibe û em pêşî li vê xeteriyê bigirin.

Em li pêşberî rûbirûbûna rastiyekê û berpirsyariyeke mezin in lewma pêdivî bi bergiriyên pêwîst hene. Li herêmên me heta niha tu kes bi vîrûsê ne ketin, lê divê em têkiliyên xwe aliyên peywendîdar re xurtir bikin, têgihêjtin û xebata xwe jî zêdetir bikin."

Rêveberiyê bang li tevahiya gel kir ku parastina xwe bikin û li gorî bergiriyên pêwîst tev bigerin û got: “Em di wê baweriyê de ne ku gel bîrwer e û xwe berpirs dibîne.”

Rêveberiya Xweser parve kir ku dema qedexeya derketina derve ji 23 Adarê ji saet 6:00 sibê ve destpê dike û heta 15 rojan qedexe berdewam e, her wiha dema pêwîstî pê hebe wê dem were dirêj kirin.