Rêveberiya Xweser meha Mijdarê dest bi peywîrê dike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di meha Mijdarê de dest bi peywîra xwe dike.

Ji bo koordînasyona di navbera meclîs û rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  hate avakirin û tê payîn ku rêveberî di meha Mijdarê de dest bi peywîrê bike.

Piştî serkeftinên meclîsên xwecihî yên li Tebqa, Minbic, Dêra Zor, Reqa û rêveberiya xweser a kantonên Efrîn, Cizîrê û Kobanê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate avakirin. Ev herêmên  ji aliyê QSD’ê ya ku bi hêza gel ava bûyî , ji çeteyan hate paqijkirin û rêveberî ji aliyê gelê xwecihî ve tê kirin.

7 BURO HATIN VEKIRIN

Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku piştî avakirina konseya wan 7 buro hatine vekirin. Bûroyên ku hatin vekirin wiha ne; Karê Derve, Medya, Parastin, Petrol û Çavkeniyên Binerdî, Planlname û Alîkariya Mirovî û Ragihandinê.

PEYWÎRÊN RÊVEBERİYÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ji meha Mijdarê ve bi resmî dest bi peywîrê bike. Di serî de perwerde û xizmet û gelek erkên din li benda Rêveberiya Xweser e. Dîsa avakirina herêmên ji çeteyên DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin jî erkek girîng a rêveberiya xweser e.

Hevserokê Meclîsa Rêveber Bêrîvan Xalid got wê ji nû ve herêmên hatine rizgarkirin ava bikin.