Rêveberiya Xweser a Efrînê: Wê heya azadiyê berxwedana me mezin bibe û bidome

Rêveberiya Xweser a Efrînê ragihand; “Emê heya azadkirina herêmên di bin dagirkeriyê yên Efrîn Şehbayê, emê berxwedana xwe bidomînin.”

Îro 29'ê Çileyê heştemîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Efrînê ye. Bi vê boneyê Rêveberiya Xweser a Efrînê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê û daxwaza gelan bo guhertinê û redkirina her tiştê ku dûrî berjewendiyên wan e, rewşa Sûriyê veguherî şerê desthilatdariyê û dabeşkirina berjewendiyan di navbera welatên herêmî û navneteweyî de ku dûrî berjewendiya civakê û guhertina demokratîk a avaker, her wiha israra rejîma Sûriyê li ser nêzîkatiya xwe ya ewlekarî, redkirina guhertinê û paşxistina gavên ber bi çareseriya Sûriyê ve.

Di encamê de, pêkhateyên Rojava yên Kurd, Ereb û Suryan biryar da ku ji şerê xwînê dûr bikevin û xeta sêyemîn bi nûnertiya neteweya demokratîk û biratiya gelan û xeta azadiya jinan hilbijart.             

Ji ber ku Rêveberiya Xweser hizra civakî ya nerm ku li gorî cewherê civakî ye û ji ber ku civak bê rêveberî nikare berdewam bike, Rêveberiya Xweser di 29.01.2014'an de li Efrînê hate ragihandin û tê de karî perensîbên azadî, edaleta demokratîk û pêşxistina binesaziyê pêk bîne.

Zîhniyeta dewleta Tirk a ku mîrateya dîroka Osmaniyan e û bêçariya wê ya ji rûxandina DAÎŞ'ê ku hêviya zindîkirina Mîsaqî Millî tê de dît, Efrîn dagir kir. Di wê êrişê de hemû qanûnên navneteweyî hatin binpêkirin û civata navneteweyî bê deng bû, her wiha komên çekdar û şaneyên çeteyên DAIŞ'ê jî di wê êrişê de hatin bikaranîn. Bê guman li hemberî wan êrişan berxwedaneke dîrokî ji aliyê gel ve hate meşandin û zarokên wê yên wekî Barîn, Avesta û Eylem destanên qehremaniyê nivîsandin.

Piştî koçkirina bi darê zorê ber bi herêmên Şehbayê ve, Rêveberiya Xweser bi saya hevgirtina şêniyên Efrîn û Şehbayê bi hemû pêkhate û mezhebên xwe ve têkoşîn û berxwedana xwe domand.

Tişta ku li girtîgeha Sînaa ya Xiwêran a Hesekê qewimî, mînaka herî baş a fobiya Tirkiyê û dijminatiya wê ya li dijî aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Bi boneya heştemîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk li kantona Efrînê, em soza xwe ya li hember şehîdan û israra xwe ya bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê bi gel re heta rizgarkirina Efrînê warê zeytûn û aştiyê û herêmên din ên Şehbayê, nû dikin.”