Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li Konseya Ewlekariyê kir -NÛ BÛ
Rêveberiya Xweser a Efrînê ji bo pêşî li dewleta Tirk a ku li Efrînê sivîlan dikuje bê girtin, bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.
Rêveberiya Xweser a Efrînê ji bo pêşî li dewleta Tirk a ku li Efrînê sivîlan dikuje bê girtin, bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.
Daxuyanî li Xaçerêya Newrozê ya li Efrînê bi beşdariya bi sedan kesî hate dayin. Hevserokê Meclîsa Rêveber a Efrînê Osman Şêx Îsa bi navê Rêveberiya Xweser daxuyanî da.
Şêx Îsa got, "51 roj in artêşa Tirk a dagirker êrîşên bejahî û hawayî li dijî sivîlan ên li Efrînê pêk tînin. Ji ber êrîşan bi sedan sivîl şehîd bûn û birîndar bûn.
Dagirkeriya Tirkiyê her wiha şerekî taybet li dijî gelê herêmê dike. Av qut kiriye û dibistanan dirûxîne û xwendekar ji mafê perwerdeyê mehrûm kirin. Her wiha ji ber topbaranê malên gelek malbatan xera bûne û koçber bûne.
Siyaseta faşîzmê ya Tirkiyeyê îradeya gelê herêmê hedef dike û dixwaze gelê resen ji herêmê derxe.
Eger rewşa Efrîn gihaştibe vê astê, ev yek jî encamên bêdengiya raya giştî ye.
Li ser vê yekê em wekî Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê em Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî hişyar dikin ku eger ji bêdengiya xwe dernekevin wê rewşa li Efrînê bi karesateke mirovî bi encam bibe.
Banga me li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî ew e ku li hemberî kiryarên Erdogan bêdeng nemînin û êrîşên li ser kantonê rawestinin."
Piştre, girse bi karwanekî ji dehan wesayitan ber bi taxa Eşrefiyê ve çû. Li wir wê çalakî were lidarxistin.
Di dema dayina daxuyaniyê de balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê geriyan.