Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî îlan kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefên êrîşan ên Erdogan li herêmê seferberî îlan kir.

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek nivîskî da, li dijî gefên êrîşan ên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand.

Rêveberiya Xweser anî ziman ku Erdogan ne tenê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef di heman demê de yekbûna xaka Sûriyeyê jî dike hedef û ev tişt got:

“Bi navê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî û gefên bi dijminahî yên Erdogan ên li dijî herêmên me, em şermezar dikin. Erdogan ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide, beşek ji axa Sûriyê veqetîne û tevlî nava axa Tirkiyê bike, bi vê yekê dixwaze sînorê El-Mîsaq Milî vegerîne. Armanca Erdogan ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, armanca xwe yekîtiya axa Sûriyê ye.

Di demeke wiha de ku DAÎŞ li Dêra Zorê ber bi mirinê ve diçe Erdogan hewl dide bi rêya gefan Sûriyê dagir bike, da ku zextê li ser wê kêm bike û temenê wê dirêj bike. Di heman demê de, armanca dewleta Tirk ew e ku derbekê li hevgirtina civakî ya Sûriyê û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe, ji ber ku vê, li ser berjwendiyên xwe mîna metirsiyê dibîne.

Her wiha ev daxuyaniyên dijminahî destkeftiyên ku Dewletên Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî terorê û têkbirina wê di cihê wê yê herî dawî de, bidest xistine, armanca digre. Di heman demê de, rewşa ewlehiyê ya ku gelê me Sûriyê li Rojhilatê Firatê dijî, armanc digre, ji ber sîstema Tirkiyê ji rewşa ewlehiyê ne razî ye.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî û di serî de Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ`ê dikin ku li dijî planên Erdogan ên dijminahî helwestê nîşan bidin, ji ber qanûna navneteweyî binpê dike û dagirkirin bixwe jî binpêkirina peyamên navneteweyî ye. Em bang li dewletên di bin banê NATO'yê de dikin ku li dijî siyasetên Erdogan bisekinin, ji ber ku ne li gorî rêgezên NATO`yê. Ji ber ku Erdogan herêmeke ku tu xeterî li ser ewlehiya wê çênake, dike hedef.

Di heman demê de, em bang li hikumeta Sûriyê jî dikin ku helwestekî fermî li dijî van gefan nîşan bide, ji ber ku Erdogan dixwaze beşekî ji axa Sûriyê dagir bike û ev yek jî tê wateya binpêkirina serweriya Sûriyê.

Her wiha em bang li hêzên demokratîk ên li herêmê û cîhanê dikin ku li gel vîna gelên herêmê bisekinin û bi me re li dijî hevkarê DAÎŞ'ê Erdogan bisekinin. Di heman demê de li dijî şerê qirkirinê yê ku Erdogan li dijî me ragihandiye bisekinin.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferberiyê radigihînin, bang li hemû gelê Sûriyê yên xwedî şeref dikin ku bi yek destî li dijî siyasetên dagirkirinê yên dewleta Tirk rabin. Îro roja ku em hemû hêza xwe ji bo parastina ax û gelê xwe bi kar bînin. Divê em her tiştî bikin ku yekîtiya axa xwe û biratiya gelan biparêzin.”