YPJ şehadeta Fermandar Zozan Hesekê ragihand

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku yek ji pêşengên şoreşa jinê Zozan Hesekê şehîd bûye û diyar kir ku şehîd Zozan di têkoşîna xwe ya 34 salan de bûye dîroka têkoşîna jina Kurd û civaka Kurdistanê.

ZOZAN HESEKÊ ŞEHÎD BÛ

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê der barê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de nasnameya şehîd hat eşkerekirin û ev agahî hatin parvekirin:

"Em di kesayeta fermandara YPJ’ê Zozan Hesekê de ku dema li ser erka xwe bû gihîşt şehadetê, hemû rêhevalên xwe yên di şoreşa azadiya Kurdistanê de canê xwe feda kirine bi minetdarî bibîr tînin. Ji bo malbata rêheval Zozan ya hêja û welatparêz, gelê me û rêhevalên wê yên têkoşînê sersaxî dixwazin.

Rêheval Zozan bi çanda axa bi bereket ya Hîlala Zêrîn xwe têr kir, hest û ramanên jina asî, têrker û zana bingeh girt. Rastiya xwe ji koka xwe ya civakî, ji nirxên dîrokî girt. Ji ber vê sedemê kesayeta rêheval Zozan kesayeta jina berxwedêr û şoreşger ya vê axa pîroz e.

Rêheval Zozan di sala 1990’î de ji bajarê Hesekê tevlî refên şoreşa azadiya Kurdistanê bû. Bi temenekî ciwan tevlî bû, bi hestên ciwantiyê heya roja şehadeta xwe tekoşîna xwe berdewam kir. Ji ber ku hevala Zozan ji damarê çanda dayiksalarî dihat bi taybetmendiyên sade, dirust,  xwezayî û mutewazî dihat naskirin. Di tekoşîna xwe ya jiyanê de bihêz, di zanebûna xwe de bi xwe bawer, di çareseriya pirsgirêkên civakî de heya dawiyê xwedî îrade û di zanebûna xwe de kûr bû. Rêhevala Zozan hevala rasteqîn ya hevalên xwe bû. Bi serkeftina xeta azadiyê heya dawî bi bawer bû. Ji ber vê  sedemê, li kevneşopiya berxwedanê ya dîrokî ku jê dihat jî xwedî derket. Xwe ava kir. Bû ya xwe. Her wiha li çanda xwe ya dayiksalarî û civakî jî xwedî derket bû şoreşgera gelê xwe.  

Rêheval Zozan xwe li Akademîya Rêber Apo bi fikir û ramanên Rêber Apo re kire yek. Bi perwerdeya ku li qada Rêber Apo dît ronahiya rêya tekoşîna xwe diyar kir û di hemû jiyana xwe de kir bingeh. Li qadên gerîla, li qadên civakî, di xebatên perwerdehî û pêşengiya şer de wek jineke şoreşger ciyê xwe girt û rista xwe lîst. Li her eniya têkoşînê de rêheval Zozan bi biryarbûna zelal, bi hevaltiya rast û bi baweriya serkeftina şoreşê tevlîbûnek rast, baş û xweşik çêkir. Bi vê tevlîbûna xwe bû pêşengek şoreşa jinê.

Di hemû qadên têkoşînê de rêheval Zozan ciyê xwe bi keda xwe ava kir. Di têkoşîna 34 salan de xwe bi civak û nirxên şoreşê re kire yek. Ji ber vê sedemê dîroka têkoşîna rêheval Zozan dîroka têkoşîna jina Kurd, civaka Kurdistanî ye. Ev 34 sal bû bingehê têkoşîna Rojavayê Kurdistanê ku jin û hemû beşên civakê li dora rêheval Zozan hevdû bibîne û nirxên hevpar dewlemend bike. Ji ber vê sedemê di nav şoreşa jin ya Rojava de ciyê rêheval Zozan xwedî bingehek dîrokî, civakî ye.

Di guhertin û veguhertina civaka demokratîk, welatparêz û azadîxwaz de li ser hîmên bingehîn xwe kir çavkanî. Her wiha di destpêka şoreşa Rojava de bi taybet li hember êrişên DAÎŞ’ê, berê xwe da şoreşa Rojava. Wek pêşeng û fermandara şoreşa jin cihê xwe girt. Li Kobanê, Serêkaniyê û Dêrazorê erkên xwe yên pêşengiya şoreşê pêk anî. 

Di van salên dûr û dirêj de rêheval Zozan wek Fermandareke YPJ'ê pêşengtiya şoreşa jinê kir. Heya nefesa xwe ya dawî di pêşxistina şoreşê de bi ked û zanebûna xwe emrê xwe feda kir û li ser erka xwe şehîd bû. Bi ked û kesayeta xwe ya sade, ji dil, wêrek û fedakar bû çavkaniya berdewamkirina soza serkeftin û berxwedanê. Gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd, jinên ji bo azadî û wekhevî tekoşînê dimeşin, dê li pey şopa Rêheval Zozan bin.

Cardin em ji malbata me ya hêja Mala Fatimê, tevahî jinên Kurdistanê, hevalên wê yên têkoşer re sersaxiyê dixwazin. "

Nasnameya şehîd:

Nasnav: Zozan Hesekê

Nav û Paşnav: Munever Fatimê

Cihê û Dîroka Ji dayîkbûnê: 1970, Hesekê

Navê Dayîk: Şemsa

Navê Bav: Enter

Dîroka Şehadetê: 02-04-2024