Rapora rêveberiya xweser a siyasî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mehbaş ve hate xwendin. Di raporê de wiha hate gotin: "Îro piraniya gelê Sûriyê koçber û penaber e. Sedema wê jî rejîm e ku çareseriya leşkerî û hebûna dagirkeran li ser hindek xakên Sûriyê esas digire."
Ebid Hamid El-Mehbaş wiha domand: "Di sala 2020`an de li pêşiya xebatên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek zehemtî hebûn. Ji wan; dagirkeriya dewleta Tirk, binpêkirina lihevkirina agirbestê bi bêdengiya navneteweyî, Rûsya û Amerîkayê."
El-Mehbaş got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek sûcan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Siyaseta Tirkkirinê, ferzkirina pereyên xwe û guhertina demografiyê. Dewleta Tirk pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan û biryarên navneteweyî paşguh dike."
El-Mehbaş piştrast kir ku rejîma Sûriyê li hemberî Rêveberiya Xweser û şêniyên wê siyasetên cuda wekî koçberkirin, tevgerandina şaneyên veşartî yên gefê li ewlehiyê dixin, pêkanîna bûyerên kuştinê li dijî karmendên Rêveberiya Xweser û şêxên eşîrên Ereb li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dimeşîne.
El-Mehbaş bi domdarî got: “Rûsya li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li ser navçeya Eyn Îsayê, bê deng ma. Ev yek gumanan li ser hebûna lihevkirineke Tirkî-Rûsî ji bo bicihkirina rejîmê li herêmê, çêdike.”
Têkildarî diyaloga Sûrî-Sûrî, El-Mehbaş jî got: “Meclîsa Sûriya Demokratîk ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî û nêzîkbûna ji hemû aliyên siyasî yên Sûriyê, bi aliyên cuda yên Sûriyê re gelek civîn pêk aniye.”
El-Mehbaş her wiha îşaret bi lidarxistina Diyaloga Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê kir û got: “Beşdarbûneke berfireh ji bo pêşxistina karê Rêveberiya Xweser, çêbû. Di nava plansaziya xebatê de, diyaloga Kurdî-Kurdî hebû. Di kongreyê de komîteya şopandinê hate avakirin, ku niha li ser pêkanîna encamên kongreyê kar dike.”
El-Mehbaş bibîr xist ku belavbûna vîrusa Koronayê, girtina tedbîrên xweparastinê, ferzkriina qedexeya derketinê li seranserê herêmê û avakirina navendên karantînayê, ji astengiyên sereke bûn li herêmê.
El-Mehbaş destnîşan kir ku di sala 2020`an de li herêmê tevgera dîplomatîk çalak bû û gelek şandeyên biyanî serdana herêmê kirin, ku ev yek serkeftina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û danîna têkiliyan bi civaka navneteweyî re ji bo pejrandina vê rêveberiyê di aliyê siyasî de, nîşand dide.
El-Mehbaş diyar kir ku ew di sala 2021`an de wê berê xwe bidin diyaloga bi opozîsyona nîştîmanî re da ku bigihêjin çareseriyeke siyasî, artêşa Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê derxin, şêniyan vegerînin warê wan, dagirkeriyê bi dawî bikin û piştigirî bidin berdewamkirina diyaloga Kurdî-Kurdî û wiha domand: “Em ê hewl bidin parastin û xweparastinê bi pêş bixin. Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanca me avakirina Sûriyeke pirreng û nenavendî ye.”
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî wiha axivî: “Ji bo çareserkirin û bidawîkirina aloziya Sûriyê, em hîna dibînin ku astengî û zehmetî hene. Ji ber ku aloziya Sûriyê parçeyekî sîstema cîhanî ye."
Îlham Ehmed diyar kir ku berjewendiyên navneteweyî di aloziya Sûriyê de hene û hemû dewletên herêmî hewl didin serweriya xwe ferz bikin. Îlham her wiha anî ziman ku ji ber jihevketina eniya hundirîn a Sûriyê û nexasim rejîma Sûriyê ku hîna siyaseta dûrxistinê li hemberî gelê Sûriyê dimeşîne, sedema dirêjbûna aloziyê ye.
Ehmed destnîşan kir ku tevî piştgiriya navneteweyî anku piştgiriya hin dewletên herêmî ji siyasetên hikumeta Şamê re jî, lê belê ew dibînin ku temenê aloziya Sûriyê dirêjtir dibe û rejîm ji diyalogê re ne amade ye û girêdayî siyaseta dûrxistinê û çareseriya leşkerî ye.
Îlham Ehmed ev nirxandin kir: “Ji ber belavbûna opozîsyonê, siyasetên rejîmê dewam dikin. Me di salên berê de jî dît ku rejîmê tu guhertin di qada siyasî de çênekirine.”
Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed daxuyakirin ku avakirina komîteya destûrê û desteya dan û standinan, ji faktorên ku dihêlin temenê aloziya Sûriyê dirêj bibe, ji ber sîstema wê ya hundirîn û avakirina wê ku hemû aliyên Sûriyê nagire nava xwe.
Ehmed wiha domand: “Heta niha siyaseta ku rêveberiya Emerîkayê meşandiye, sedema kûrbûna aloziyê bû, çi bi rêya destwerdana yekser an jî bi rêya rola xwe ya temaşeker tenê. Cîhan li bendê ye ku wê rêveberiya nû ya Emerîkayê çawa be û di doza Sûriyê de dê çi siyasetê bimeşîne.”
Piştre Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabet Gewriyê rapora xizmetguzariyê ya li ser hemû xebatên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2020`an de, xwend.
Piştre sînevîzyonek li ser xebatên Komîteyên Rêveberiya Xweser û projeyên ku di sala 2020`an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, hate nîşandan.
Civîn hîna bi pêşniyaran dewam dike. Tê payîn ku rexne û nirxandina xebatên 2020`an bên kirin û planeke xebatê ji bo sala 2021`an bê diyarkirin.