Rêveberiya Xweser 10 zarok radestê Rûsyayê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 zarokên ku malbatên wan DAÎŞ’î ne û li Kampa Roj ya li Dêrikê dimînin radestê Rûsyayê kir.

Vê sibê şandeyeke fermî ya Rûsyayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê kir. Şandeya Rûsyayê ji cîgira seroka Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê Elena Alexandrova û cîgirê wê Sergey Igorvich pêk hat. Şande ji aliyê berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif ve hat pêşwazîkirin.

Piştî civîna di navbera her du aliyan de, belge û protokolên radestkirinê ji aliyê Elena Alexandrova û Kemal Akif ve hatin îmzekirin.

Piştre, Kemal Akif bi civîneke çapemeniyê dauxyand ku Rêveberiya Xweser îro 10 zarokên çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî fermî radestî şandeya Nivîsgeha Parastina Zarokan a Rûsyayê kirine û got: “Heta niha bi awayekî fermî 254 zarok radestî hikumeta Rûsyayê hatine kirin.”

Kemal Akif her wiha diyar kir ku Rêveberiya Xweser di vê dosyayê de wê hevkariya bi Rûsyayê û hemû welatên re ku zarokên wan li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hene, dewam bike û wiha dewam kir: “Li kampên Rêveberiya Xweser zêdetirî 7 hezar zarokên biyanî hene.”

Elena Alexandrova, li ser hevkariya di vê dosyayê de spasiya Rêveberiya Xweser kir û diyar kir ku wê hevkarî dewam bike.