Rêveberiya Reqayê: Çareseriya krîzan bi jiyana hevpar e
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê, bi boneya salvegera rizgarkirina Reqayê daxuyanî da, got: ‘’Çareseriya pirsgirêkên heyî bi jiyana hevpar a gel û baweriyan e.’’
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê, bi boneya salvegera rizgarkirina Reqayê daxuyanî da, got: ‘’Çareseriya pirsgirêkên heyî bi jiyana hevpar a gel û baweriyan e.’’
Endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jinan ên li gund û bajêr tev li daxuyaniyê bûn.
Dihat payîn ku bi boneya rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê (20`ê Cotmeha 2017) pîrozbahî bihata lidarxistin, lê ji bo hevxemiya bi qurbaniyên Komkujiya Nexweşxaneya Xezayê re çalakî hat betalkirin.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr Ez-Zîb ve hat xwendin. Mihemed Nûr Ez-Zîb bal bir ser sûcên hovane û şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wekî sûcên şerê û sûcên dijî mirovahiyê bi nav kirin.
Ez-Zîb destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû rêbaz û amûrên şerê taybet li dijî gel, pêkhate û qewmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn û bi wê yekê xwest projeya demokratîk û çanda biraxwehiya gelan têk bibe.
Ez-Zîb diyar kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrîşên Tirkiyeyê, ew teşwîq kir ku êrişan zêdetir bike, binesaziya herêmê û sivîlan bike armanc û komkujiyên hovane pêk bîne.
Ez-Zîb îşaret bi Komkujiya Nexweşxaneya Xezayê kir û komkujî wekî binpêkirina hemû nirxên civakî û mirovî wesifand, her wiha daxwaza eşkerekirin û cezakirina berpirsên wê kir.
Ez-Zîb anî ziman ku çareserkirina pirsgirêkên heyî bi hevkarî û jiyana hevpar a gel û olan pêkan e û got, “Lewma divê ji bo bipêşxistina civakan û avakirina ferdê azad ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser sûd were girtin.”