Rejîma Tirk li Babê du bira kuştin

Çeteyên dijminê mirovahiyê yên ser bi dewleta Tirk, li herêma Babê bi êşkenceyê du bira kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, Cûma Nedîm û Bekrî Nedîm ku birayên hev in û ji Helebê ne, li gundê Tiltene yê bajarê Babê, ji aliyê çeteyên rejîma Enqereyê ve hatin revandin û êşkenceyeke hovane li wan hate kirin.

Hate ragihandin, çeteyên ku navenda wan li Cerablûsê ne, berî du rojanher du birayên Nedîm kuştine.

Ji Cerablûsê heta Efrînê, li herêma ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, êşkence û kuştina mirovan êdî rojane diqewimin.

Efrîn ji 18'ê Adara 2018'an ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Ji dema destpêkirina êrîşên dagirkeriyê û heta niha bi rêk û pêk sûcê şer tên kirin. Malên mirovên herêma Efrînê tên desteserkirin, mirov ji bo fîdyeyê tên revandin, êşkence li wan tê kirin, tên kuştin û demografiya herêmê tê guhertin.

Ev sûcên şer û paqijiya etnîkî ya li Efrînê tê kirin, di raporên saziyên navneteweyî de jî bi cih bûn. Di rapora meha Sibatê ya Komîsyona Serbixwe ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî de, hate destnîşankirin ku li Efrînê sûcê şer tê kirin.