Rejîma Sûriyeyê îdîa kir ku DYA li qereqola wan xistiye

Hêzên alîgirê rejîma Sûriyeyê îdîa kirin ku DYA bomberdûman li qereqoleke wan a li ser sînorê Iraqê kiriye û herî kêm efserekî wan hatiye kuştin.

Fermandarê komeke alîgirê rejîma Sûriyeyê ji Reutersê re axviî û îdîa kir ku êrîş doh êvarê li nêzî El Tanifê li dijî qereqoleke sînor a artêşê hatiye kirin.

Rayedar îdîa kir ku ji ber bomberdûmanê efserekî Sûriyeyî hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) jî, li derveyî hêza 'hevalbend' a li herêmê, hêzên biyanî hatiye tespîtkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêza biyanî derketiye derveyî qada bêşer a bi hêzên rejîma Sûriyeyê re hatiye destnîşankirin û piştî destwerdana ji bo hişyariyê neçar maye xwe vekişîne.

Pentagonê diyar kir, di destwerdanê de tiştek bi kesî nehatiye.

Destpêka hefteyê li qadeke navbera Albû Kemal û Tanifê yên li ser sînorê Iraqê, ji be bomberdûmaneke hewayî ya li dijî hêzên alîgirê rejîmê zêdeyî 50 kes miribûn. Rejîma Sûriyeyê weke berpirsyarê êrîşê bal kişandibû ser DYA. Pentagonê jî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtibû.