Rejîma Sûriye ber bi Îdilbê ve diçe
Rejîma Sûriyeyê 11 bajarokê dikevin rojavayê Îdlibê xiste destê xwe. El Nûsra-HTŞ (Heyet Tahrîr Şam) ji piraniya gundan bê ku şer bikin vekişiyan.
Rejîma Sûriyeyê 11 bajarokê dikevin rojavayê Îdlibê xiste destê xwe. El Nûsra-HTŞ (Heyet Tahrîr Şam) ji piraniya gundan bê ku şer bikin vekişiyan.
Rejîma Sûriyeyê 11 dever ên dikevin rojavayê Îdlibê di encama operasyonên ji hewa û bejahiyê ve xiste destê xwe. Çavkaniyên herêmî ragihand ku rejîma Sûriye bi bomberdûmana zêde ya ji hewa û bejahiyê ve bi pêş ve diçe, El Nûsra li van deveran bê ku şer bikin vedikişin.
Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên herêmî girtin, hêzên rejîmê van deverên dema ji El Nûsra paqij kirin derdorî 1000 bombe bikar aniye.
Navên deverên ji aliyê rejîmê ve hatine bidestxistin wiha ne:
Kefer Nubude
Qal-et Madiq
Tel Îdris
Tel Hoş
El Keraket
Tel Osman
El Toniya-El Osman
Saxîr El Banî
Al Cenebîre
Al Sawamî
El Şariyet
TAKTÎKA LI HEVKIRINÊ YE, YAN ŞER E?
Ne diyar e ka di dorhêla daxwaza Rûsyayê de, ango di encama lihevkirina di navbera Tirkiye û El Nûsrayê pêk hatî de El Nûsra vekişiyaye, yan hêzên xwe vekişandiye herêmên çiyayî, herêmên di bin serweriya çeteyên Tirkiyeyê de û dixwaze şer berberlavî li van deran jî bike.
2’ê Gulanê El Nûsrayê, ji Hamayê bi fuzeyan êrîşî balafirgeha Hymemim a Lazkiyeyê. Bi vê êrîşê re balefirên Rûsya û rejîma Sûriyê êrîşa hewayî ya herî mezin pêk anîbûn û şer çend rojan dewam kiribû. Çavkaniyên me diyar kirin ku 30’ê Nîsanê di navbera Tirkiye û El Nûsrayê de li Babê hevdîtin pêk hatiye û Tirkiyeyê El Nûsra ji bo vekişandinê îkna kiriye.
Artêşa Sûriyê bi bomberdûmana sê rojan re hewl dide ji bejahiyê jî pêşve biçe. Duh jî hêzên rejîmê bajaroka Kefer Nubulah ji çeteyan girtibû. Piştre bi êrîşên xwekujî yên çeteyên Hurras El Dîn bajarok careke din ketibû destê çeteyan lê belê danê êvarê careke din hêzên rejîma Sûriyê bajarok girtibûn.