'Rejîma Şamê jî piştgiriyê dide êrişên dewleta Tirk û DAÎŞ'ê'

Berdevkê Rêveberiya Xweser Loqman Ehme diyar kir ku dewleta Tirk êrişan ne tenê bi hevkariya DAÎŞ'ê dike û got, "Tifaq û hevalbendên wan ên li herêmê jî di nava vî karî de ne. Di serî de jî rêveberiya Şamê."

DAÎŞ'ê êvara Pêncşemê êriş bir ser girtîgeha Sanaayê ku çete lê têne girtin. Piştî vê êrişê 3 roj in li herêmê şerekî giran diqewime. Di heman demê de dewleta Tirk jî êrişên li ser Rojava û Şengalê zêde kir.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehme li ser êrişên dewleta Tirk û bûyerên li girtîgeha Sanaayê ji ANF'ê re axivî.

Ehme bi bîr xist, rêveberiya xweser ji dema ava bû ye û vir ve timî dibe hedefa êrişan û diyar kir, bi taybetî dewleta Tirk êrişan dike.

Ehme anî ziman, sala 2016'an dema ku Rêveberiya Xweser dest bi pêngava rizgarkirina Minbicê kir, dewleta Tirk êriş kir û got, "Ezaz û Cerablûs berê di destê DAÎŞ'ê de bûn, lê belê ti pirsgirêka dewleta Tirk bi wan çeteyan re tune bû. Dewleta Tirk ji bo çeteyan ne pirsgirêk bû; heta ku me dest bi pêngavê kir. Çawa ku me dest bi pêngavê kir, dewleta Tirk jî dest bi êrişê kir.

Têkiliya dewleta Tirk a bi DAÎŞ'ê re gelekî kevn e. Pêvajoya Mûsilê tê bîran her kesî. Dema ku DAÎŞ'ê êrişî Mûsilê kir, sefîr û nûnerên welatan hemûyan herêm terikandin, lê belê nûnertiya Tirk li wir ma û karê xwe dewam kir. Em zanin ku her ku DAÎŞ'ê derb xwar û tengav bû, dewleta Tirk kete dewrê. Têkiliyên bi DAÎŞ'ê re xurt e. Her wiha weke ku tê bîra mirovan êrişa li ser Efrînê jî dema ku DAÎŞ li Kobanê têk çû hate kirin."

LI PIŞT ÊRIŞAN RÛSYA JÎ HEYE

Ehme diyar kir ku êrişên sala 2019'an ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê, di çarçoveya sînorekî de hate kirin ku bi peymana navbera Rûsya, DYE, hêzên navneteweyî û Tirkiyeyê de hate diyarkirin û got, "Lê belê êrişên jê û pê ve bi formateke cuda, bi şêweyên cuda heta niha dewam dike. Dorpêçiya aborî, bikaranîna çemê Firatê mîna amûreke şantajê, her wiha êrişên bi Drone û SÎHA'yan. Rêxistiniyên çete û sîxur ên dewleta Tirk jî li nava welêt hin caran bi rengekî provokatîf êriş kirin. Êrişa herî dawî ya li ser girtîgeha ku bi hezaran DAÎŞ'î tê ne de parçeyeke ji vê yekê ye. Yanî êrişên dewleta Tirk, hevkariya bi DAÎŞ'ê re ne rewşeke bi tena serê xwe ye. Tifaq û hevalbendên wan ên li herêmê jî di nav de hene.

Rêveberiya Şamê jî di nav de heye. Uslûbekî wan ê êrişkar li dijî QSD'ê û Rêveberiya Xweser heye û car carna çeteyên ku êrişî hêzên QSD'ê dikin weke 'hêza berxwedêr' pênase dikin. Êrişên beriya du rojan dest pê kirin, vetokirina vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê ji aliyê Rûsan ve, girtîhiştina deriyê li aliyê rejîmê, girtina deriyê Sêmalka parçeyên şerekî piralî yên li dijî Rêveberiya Xweser e. Rêveberiya Xweser ji ber ku li herêmê modeleke aştî, azadî û biratiyê ye, timî dibe hedefa rejîma Sûriyeyê û Tirkiyeyê. Li pişt van jî Rûsya heye ku her kes pê zane."

HÊZÊN NAVNETEWEYÎ ERKA XWE BI CIH NÎNIN

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku girtîgeha çeteyên DAÎŞ'ê lê ne negirtîgeheke ku sûcdarên terorê lê karibin bên girtin, lê belê ji ber nebûna derfetan li wir têne girtin û bi bîr xist ku ji bo darizandina çeteyan wan beriya niha gelek caran bang li hêzên navneteweyî kiribûn.

Ehme diyar kir ku heta niha bersiveke erênî nedane daxwazên wan û got, "Ji bo çêkirina girtîgehên ku girtiyên DAÎŞ'î karibin lê bêne girtin heta niha kesî berpirsyariya xwe bi rengekî cidî bi cih neanîn. Ji vê jî wêdetir ji bo çareserkirina aborî û bêderfetiya li ser herêmê kesî hewl neda. Dema ku ev faktor hemû bi hev re tê nirxandin hingî êrişên dawî yên DAÎŞ'ê jî bi vî rengî rû didin.

Li Kampa Holê jî bi hezaran malbatên DAÎŞ'î hene. Tevî ku Rêveberiya Xweser ji welatên ku ev DAÎŞ'î welatiyên wan e xwest ku wan werbigirin. Lê belê kesî xwe neda ber vê yekê. Ev yek jî li gel maliyeteke mezin a aborî her wiha dibe sedema lawaziyeke cidî ya ewlekariyê. Êrişên giran ên dewleta Tirk û çeteyan jî vê lawaziya ewlehiyê mezintir dike. Çeteyên DAÎŞ'ê jî sûd ji vê yekê wergirtin. Tevî ku me gelek caran ragihand ku metirsiya DAÎŞ'ê dewam dike û ev yek gefeke cidî ye, timî ji nedîtî ve hatin. Bûyera dawî careke din nîşan da ku DAÎŞ bi şaneyên xwe yên veşartî gelekî çalak dikare xwe bi rêxistin bike û dibe gefeke cidî.

Em hêvîdarin wê ji niha û pê ve ev rewş baştir bê dîtin û ji sîstema Rêveberiya Xweser, hêzên wê yên elwekariyê, ji aliyê lojîstîk, aborî, teknîk û îstîsbaratê ve hîn bêhtir piştgirî bê dayin, bi piştevaniyê re wê alîkariya koalîsyona navneteweyî û raya giştî pêk were. Reva çeteyên DAÎŞ'ê ya ji girtîgehê wê ne tenê li ser civak û rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de wê ji bo welatên din hemûyan gefek be."

BERPIRSYARÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ

Loqman Ehme bang li hêzên navneteweyî kir ku bi hev re li dijî DAÎŞ'ê têbikoşin û got, "DAÎŞ demeke dirêj li ser vê herêmê serwer bû. Li vê herêmê kar kir, lewma li vê qadê bingeha zîhniyetekê daniye. Her wiha neyîniyên ji ber xizaniya civakî û ambargoyê zemînê dide rêxistinbûna zîhniyeta DAÎŞ'ê. Lewma ji bo feraseta DAÎŞ'ê li herêmê bê şikandin, ji bo siyaseta veguherandina civakê û perwerdeyê bi rengekî serketî bê meşandin, ji bo dawî li pirsgirêkên xizanî û aboriyê bê anîn divê hêzên navneteweyî bi berpirsyarî rabin, ji bo jiholêrakirina DAÎŞ'ê bi me re bixebitin. Heta ku ev nebe wê DAÎŞ her tim gefek be. Ji ber vê eykê ji bo jiholêrakirina vê gefê divê alî hemû bi rengekî cidî berpirsyariyen xwe bi cih bînin."