'Rêber Apo ew kes e ku wê li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji demokrasiyê re bike'

Dadwerê Buroya Edaleta Civakî ya Bajarê Minbicê Îbrahîm El-Îbrahîm û Parêzer Ada Onal, diyar kirin ku Abdullah Ocalan kesekî ku dikare li Rojhilata Navîn pêşengiya demokrasiyê bike ye.

Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 welatên cîhanê bi beşdariya siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr û kesayetiyên bibandor ên cîhanê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çarseriya siyasî’ li cîhanê destpê kir û ev pêngav her ku diçe berfirehtir dibe. 

‘PÊNGAVA GERDÛNÎ LI HEMBER KOMPLOYÊ BERSIV E’

Têkildarî mijarê dadwerê Buroya Edaleta Civakî ya Bajarê Minbicê Îbrahîm El-Îbrahîm ji ajansa me ANF’ê re axivî. El-Îbrahîm da zanîn ku, komên mezin ji akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan û kesên navdar ên ku Xelatên Aştiyê yên Nobelê stendine û endamên sendîkayan ku hejmara wan zêdetirî şeş mîlyon kesî derbas kiriye, tevlî vê pêngavê bûne û wiha got, “Gelek guftugo li ser pêngavê hat kirin, plan ji bo rakirina tecrîdê hatin danîn, nemaze ku ji bo doza kurdî çareyeke were danîn, ji ber ku doza kurdî dengê xwe li her cîhanê vedaye.   Ev mijar, ji bilî aliyên xwe yên mirovî, hiqûqî û zanistî bandorê li demokratîkbûna Rojhilata Navîn û aştiya cîhanê jî dike. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan fîlozof û ramanwerekî xwedî nêrînên ku xizmeta mirovahiyê dike. Mînak pirsgirêka azadî û demokrasiyê, pirsgirêka jinê û ekolojîkê. Her çawa tezên nû yên Rêber Abdullah Ocalan jî hene, mîna pêşniyariya sîstema nûjentiya demokratîk, li dijî nûjentiya kapîtalîst a global.”

‘ROLA ÎNSÎYATÎFA SÛRIYEYÊ DI PÊNGAVA AZADIYÊ DE’

El-Îbrahîm, diyar kir ku tevlîbûna vê pêngavê roj bi roj zêdetir dibe û wiha domand, “Li ser asta Rojhilata Navîn jî rewşenbîr û ramanwerên Ereb ên ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo lêkolîn kirine hene. Û di wê ferqê dene ku divê ev fikir heta çi astê li ser Rojhilata Navîn were sepandin û bandora wê ya erênî li ser azadiyê çiqase. Ji ber wê ew jî tevlî vê pêngava cîhanî bûne.

Pêngava azadiyê li Sûriyeyê û herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî bi çalakiyên curbecur hat pêşwazî kirin. Bi taybetî di konferansa dawî ya hiqûqî û tenduristiyê de, pir bi bandor û girîng bû. Ev konfrans bi beşdarbûna 300 hiqûqnas û nûnerên Rêveberiya Xweser li zanîngeha Rojhilata navîn hat lidar xistin. Di hundirê vê konfransê de, biryarên girîng ên herêmî û cîhanî hatin nîqaş kirin. Bi taybet ji bo zextê li dewleta Tirk bikin ku tecrîdê bişkînin û çareyekê ji bo doza Kurdî deynin.”

‘PÊNGAVA GERDÛNÎ YA Jİ BO AZADIYA RÊBERTÎ, BINGEHA TÊKOŞÎNA AŞTIYA LI HERÊMÊ YE’

El-Ibrahîm, çalakiya dawî ya komkirina îmzeyan jî bibîr xist û got ku ev çalakî encamên gelek erênî bi dest xistine. El Îbrahîm, wiha dirêjî da axaftina xwe, “ Ji ber ku hejmara îmzeyan gihişt 1025 îmzeyên parêzerên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şam û Lazqiyê. Her wiha hat teqezkirin ku ev îmze dê radestî Rêxistina Lêborîna Navdewletî were kirin. Ev ne rêxistineke hikûmî ye, ji ber ku xelata Nobelê ya aştiyê wergirtiye, bûye çavkaniya baweriyê û dikare bandorê li raya cîhanê bike. 

Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, Rêveberiya Xweser aştî û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de piştî salên şer û wêraniyê, pêk anî. Ev şoreş ji hemû gelên cîhanê re nîşan dide ku, kilîta çareseriya krîzan bi kesayet û azadiya fîzîkî ya Rêbertî ve girêdayî ye. Pêngavên ku ji bo azadiya Rêbertî hatine destpêkirin, nîşan dide ku gelên cîhanê çiqasî bi fikir û felsefeya wî ve girê dayîne. Pêngava gerdûnî ji hemû cîhanê re fikir û ramana Rêbertî û asta girêdana gelên cîhanê bi wî re nîşan da. Her wiha hewlên Tirkiyê û kapîtalîzmê yên ji bo berovajîkirina ramanên Rêbertî bi ser neketin.”

ÇALAKIYÊN GREVÊ YÊN LI GIRTÎGEHAN

El-Îbrahîm, destnîşan kir ku tevî şert û mercên giran yên li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker, zêdeyî 110 girtî tevlî grava birçîbûnê bûne û wiha axivî, “Girtî dibêjin em dev ji çalakiya grava birçîbûne bernadin heta ku azadiya Rêbertî pêk were. Greva birçîbûnê ya çalakgerên li girtîgehên Tirkiyeyê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî di roja 47’an de berdewam dike.

Çalakgeran ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertî û dîtina çareseriya doza Kurd peyam û dengê xwe ji hemû aliyên têkildar û demokratîk re şandin.

Parêzer Ada Onal piştî gelek caran serdana girtîgehan kir û nameyên girtiyan wiha parve kir, “Çalakgerên girevên birçîbûnê dixwazin peyamekê bidin gelên neteweyî, rêxistinên civaka sivîl û civaka demokratîk, her wiha ji bo hemû aliyên demokratîk dixwazin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin û ji bo çareseriya demokratîk a doza Kurd têbikoşin. Ji ber ku tenê Rêber Abdullah Ocalan dikare li Rojhilata Navîn pêşengiya demokrasiyê bike."