Rastiya zindana Mislimiyeyê

"Ji birçîbûn û nexweşiyê nêzî hezar kes mirin. Nêzî 350 kes jî bi êrişên sekvanî û hawanên li koxûşan ketin... Çar mehan me tiştek nexwari bû. Min ewqasî li xwe kêm kiribû ku ji 85 kîloyî daketibûm 35 kîloyî."

Li Helebê ku sala 2012'an di bin dorpêçiya çeteyên El Nûsra û SMO de bû, şahidên hovîtiya li zindana Mislimiyeyê Mûhammed Hesen Mûstafa û Şêxmûs Berazî qala wê demê kirin.

Sûriye welatekî welê bû ku bi gelek tiştan dihate naskirin. Tevî ku biçûk bû, di dema Hafiz Esad de li ber cîhanê radibû. Welatek bû ku di heman demê de bi girtîgehên xwe dihate naskirin.

Sweda û Mislimiye girîtgehên herî naskirî bûn ku girtiyên siyasî û edlî di nava hev de dihatin hiştin. Ti carî nehate zanîn ku li girtîgeha Swedayê çend mirov dihate girtin. Li Girtîgeha Mislimiyeyê, sala 2012'an dema ku ji aliyê komên çete yên bi serkêşiya Cebhetu'n-Nûsra ve hate dorpêçkirin, nayê zanîn ku çend kes hatin veguhastin, çend kes di dema dorpêçiyê de ji ber nexweşî û êrişan jiyana xwe ji dest dan, yên hatin kuştin tevî leşkeran li ku derê hatin veşartin.

Mislimiye gundekî li bakur rojhilatê Helebê ye ku bi 10 kîlometreyan dûrî Helebê ye. Lê belê rêveberiya Şamê çend gundên din jî bi ser vî gundî ve kir û veguherand herêmekê. Ji ber ku herêmeke dûrî navenda bajêr lê belê kontrolkirî bû, rêveberiya Şamê girtîgehek lê çêkir ku gelek girtiyên siyasî û edlî lê bigire. Sala 2011'an dema ku raperîna gel dest pê kir zêdeyî çar hezar girtî lê dihate girtin. Piştî destpêkirina raperînê, bi serkêşiya Cebhetu'n-Nûsra girtîgeh hate dorpêçkirin.

Mûhammed Hesen Mûstafa û Şêxmûs Berazî wê demê di nava çar hezar girtiyên li Mislimiyeyê girtî bûn.

Destpêkê Mîuhammed Hesen ku bavê 4 zarokan e û ji nehiya Cindirêsê ya Efrînê ye, qala bûyerên bi serê wan ve hat, kir:

'DI DEMA DORPÊÇIYÊ DE BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ KIR'

"Ji ber bûyerekê di 10'ê Gulana 2005'an de li Şamê hatim girtin. Piştî demekê sewqî Helebê kirin. Heta sala 2011'an dema destpêkirina xwepêşandanan li Helebê li girtîgehê mam.

Adara 2012'an çeteyan dor li zindanê girtin. Dema ku dorpêçê destpê kir, erzaq nema. Birçîbûnê dest pê kir. Rê hemû hatin girtin. Di nava du mehan de her tişt qediya, tiştek nema. Mehên Gulan, Hezîran û Tirmehê bi helîkopteran dest bi belavkirina nan kirin. Lê belê rojane tenê nanek dida her yekî ji me. Bêguman 1000-1500 lîreyê Sûriyeyê weke heqê wî nanî ji me distandin. Ev yek dihae wateya 10 dolarî. Yên ku pere jê re dihat dikarîbû nan bikire. Malbatên me pere ji malbatên payebilindên li Latkiyeyê re dişand. Wan jî ji wir derbasî girtîgehê dikirin.

'RAPERÎN BI TÊKÇÛNÊ QEDIYA'

13'ê Tîrmehê li hin beşan girtiyan ji ber birçîbûnê dest bi raperînê kirin. Derî şikandin. Êrişî polîsan kirin. 7 çek ji polîsan standin. Bi çekên ku standin şer kirin. Vî şerî nêzî du saetan dewam kir. Ji ber ku yên serî rakirin fîşekên wan neman. Rejîmê kontrol kir. Yên serî rakirin eger karîbûn ji girtîgehê derketina jî wê rizgar nebûna. Ji ber ku zindan ji aliyê çeteyan ve hatibû dorpêçkirin. Piştî dorpêça berfireh a çeteyan dorpêça teng a hêzên rejîmê hebû. Ji ber ku me bi vê rastiyê zanî bû me serî hilneda. Me zanî bû ku rizgarî nîne. Li koxûşa me hin mirov hebûn ku ji ber nexweşî û birçîbûnê bêhêz bûbûn. Dema ku yên serî rakir fîşekên wan qediya, dewletê banga teslîmbûnê li wan kir. Teslîm bûn. Çekên xwe teslîm kirin. Piştî ku teslîm bûn leşker ketin koxûşan.

'YÊN KU SERÎ RAKIRIN, KUŞTIN'

Tevî ku me serî ranekiribûn jî ketin odeya me jî. Yên ku serî rakirin li wê derê fîşek li wan reşandin û ew kuştin. Tenê bi heft çekan serî rakiribûn. Lê belê bi wan heft çekan 24 kesan fîşek berda bûn. Leşkeran li nava koxûşê her 24 kes kuştin. Li wê koxûşê yên serî hilnedan, yanî çek bi kar neanîn, ji bo bêne lêpirsîn daxistin qata jêrîn. Bi êşkenceyê du kes kuştin. Welê li hinekan anîn ku gihîştin ber mirinê, lê nebirin nexweşxaneyê. Min ew dît. Dema ku leşker ketin nava koxûşan gule li derdorê reşandin. Fîşekek ji dîwarê koxûşa me pengizî û li lingê min ket, birîndar bûm. Payebilindan dema dîtin birîndar bûm gotin, 'Ev mirov tevlî serhildanê nebûn, we çima li wan xist'. Ji ber wê yekê ez yekser rakirin nexweşxaneyê. Lê belê derman tune bû. Bêyî ku bitevizînin birîna min dirûtin. Şanzdeh rojan li nexweşxaneyê mam, piştre min vegerandin koxûşê. Birîna min salekê jî rehet nebû. Ji ber ku derman tune bû.

Girtîgeha di bin dorpêçiya Cebhetu'n-Nûsra, Ehrar Şam û komên bi navê 'Artêşa Sûriyeya Azad' ên bi wan re tevdigeriyan de bû. Wan timî êrişî girtîgehê dikirin.

'JI BER BIRÇÎBÛN Û NEXWEŞIYÊ HEZAR KES, JI BER ÊRIŞAN JÎ 350 KES MIRIN'

Ji ber nexweşî, birçîbûn û êrişa çeteyan gelek girtî mirin. Di nava kesên mirin de yên ku me nas dikirin jî hebûn. Ji gundê Canîkayê Abdullah Atul, ji gundê Berbenê Barzanî, ji gundê Olûleyê Lokman, ji gundê Dikeyê Cafer ên Efrînî hebûn.

Ji ber dorpêçiya li ser girtîgehê, birçîbûn û nexweşiyê dest pê kir û di encamê de nêzî hezar kes mirin. 350 kes jî ji ber êrişên sekvanî û topên hawanê û tankan ên li koxûşan ketin jiyana xwe ji dest dan.

 Bi dorpêçiyê re birçîbûnê jî dest pê kir. Ji ber birçîbûn û tîbûnê nexweşiya weremê jî dest pê kir. Dermanê weremê nîne. Tenê dermanek heye; ew jî xwarin û paqijî ye. Xwarineke baş li aliyekî, nan tune bû.

'JI BÊÇARETIYÊ BÊHTIR TIŞTEKÎ NEBAŞ TUNE YE'

Mînak topek li koxûşa bi hejmara heftan ket ku li beşa yekemîn li qatê sêyemîn bû. Di encamê de 19 kes mirin. Li beşa çaremîn koxûşa dehemîn jî topek tankê bû sedema mirina 15 girtiyan. Nûsra bombardûman dikir. Di encamê de gelek girtî mirin. Bi sekvaniyê jî gelek kes kuştin. Ji gundê Berbenê Barzanî li nava cihê razanê rûniştî bû, li wêneyên zarokên xwe dinihêrî. Bi fîşekek sekvanekî ji çavên xwe derb xwar û hate kuştin.

Eynad Oso yê ji gundê Erende yê Efrînê li pêş çavên min ji birçîbûna mir. Tiştekî ku me karîbûya bikira tune bû. Em bêçare bûn, ji ber ku em jî mîna wî bûn. Ji bêçaretiyê xerabtir tiştekî din tune ye.

Ji ber ku rê girtî bûn bi helîkopteran erzaq datanînin nava girtîgehê. Helîkopter gelekî bilind difiriyan. Her carê paketa ji 200-300 nanî diavêtin. Di her paketekê de jî 9 nan hebûn. Ji ber ku ji cihekî ewqasî bilind diavêtin, nan ji hev belav dibû. Ji xwe dema diket nava girtîgehê, leşkeran ji xwe re dibir. Dema diket derveyî girtîgehê, ji ber çeteyan nikarîbûn werbigirta. Carna erzaq, cebilxaneya ji bo me diavêtin, li nava çeteyan diket. Wê demê jî çeteyan radihiştin û bi kar dianîn. Di navbera me û çeteyan de herî zêde 200-300 metre hebû. Yanî gelekî nêzî me bûn. Dema ku diket nava çeteyan, dewletê bi helîkopteran lê dida û îmha dikir.

Dema diket navberê ne rejîmê ne jî çeteyan dikarîbû werbigirta. Min bi çavên xwe dît; carekê erzaq kete navbera me û çeteyan; sê kes ji bo wergirtinê çûn. Çeteyan bi sekvaniyê hersê jî kuştin.

'JI 85 KÎLOYÎ DAKETIM 35 KÎLOYÎ'

Heta Tîrmehê şert û merc gelekî giran bû. Tiştek nema bû. Kes nedihat, nediçû. Ji ber ku rê hemû ji aliyê çeteyan ve hatibûn girtin. 16'ê Tîrmehê cara yekemîn Heyva Sor a Sûriyeyê hat. Rewşa li girtîgehê dîtin. Nêzî çar meh bû, me tiştek nexwaribû. Me gelekî ji xwe kêm kiribû. Ji birçîbûna hêz bi me re nemabû. Ez ji 85 kîloyî daketim 35 kîloyî.

Heyva Sor destpêkê hefteyê sê caran hat. Piştî du hefteyan kirin du caran. Her cara ku hatin du-sê nan û bi tasek-du tasan birinc didan. Me bi vê îdare dikir. Carna qet nikarîbû bihatina. Dema ku nedihat em birçî diman. Elektrîk tune bû. Ji ber ku elektrîk tunebû telefon nedixebitî. Lewma têkiliya me ya bi malbatên me re qut bûbû. Çeteyan av li ser girtîgehê birîn. Heyva Sor a Sûriyeyê her mehê şûşeyek av dida me. Av li girtîgehê hebû lê nedihat vexwarin. Me hewl dida bi ava Heyva Sor îdare bike. Ji bo paqijiyê jî ji koxûşên ku 25-30 kes lê bûn du rojan carekê bi varîlekê av didan.

'YÊN DIHATIN BERDAN NIKARÎBÛN DERKEVIN'

700 girtî hatibûn berdan, lê belê ji ber ku rê girtî bû, nikarîbûn biçin. Ew jî bi me re mabûn. Rejîmê jî nedihişt ku biçin. PPiştre di navbera Heyva Sor û dewletê de peymanek hate çêkirin ku her carê ji kesên hatine berdan 10 kes bên şandin. Piraniya kesên derketin hatin kuştin.

Yên hatin kuştin jî li hewşa girtîgehê hatin veşartin. Dewletê ne tenê girtî û hikumxwar, her wiha leşkerên hatin kuştin jî li wir vedişart. Di dema dorpêçiya li ser girtîgehê de nêzî 1300 girtî û 200-300 leşker hatin kuştin. Niha li hewşa girtîgeha Mislimiyeyê derdora 1300 gor hene.

'LEŞKERAN NANEK BI 10 DOLARÎ DIFIROTIN'

Leşkeran nan difirotin me. Lê carna bi wan re jî nedima. Lê belê rewşa wan ji ya me baştir bû. Tedbîrên xwe digirtin. Em di destê wan de li nava çar dîwaran girtî bûn. Girtiyekî bi navê Eynad hebû ku ji bo karibe nan ji leşkeran bikire pereyê wî tune bû. Lewma ji ber birçîbûnê mir, li pêş çavên me. Hin mirovan nanê xwe difirotin û çixare dikirîn.

Di Sibata 2014'an de rê vebû. Em li wesayitan siwar kirin û birin Helebê. Li Helebê li dibistaneke Cedîdê bi cih ikrin. Yên ku nexweşiya weremê lê der bû rakirin nexweşxaneyê. Tevî ku ewqas mirov mirin jî hîn nêzî 300 kes bi nexweşiya weremê ketibûn. Dema ku em birin Helebê 13 kes di rê de mirin. Normal cihê ku em lê dihatin girtin ji Mislimiyeyê heta Helebê bi 9 kîlometreyan dûr bû, yanî 10 deqeyan jî dewam nedikir. Lê belê rê ji cihekî welê hatibû vekirin ku di ser Nikreyrin, Sinaa, Şêx Zeyad, Şêx Nacar, Helane ber bi Helebê ve diçû. Ev jî dihate wateya 50 kîlometeyî. Bi qemyonan di nava 4 saetan de em gihîştin Helebê. Piraniya kesên rakirin nexweşxaneyê mirin. Piştî demekê em birin dibistanek li kolana 14'an a li Eşrefiyeyê.

Piştî çend mehan efû derket. Ji ber ku nîvê cezayê min temam bû, min jî ji efûyê sûd wergirt. Sala 2015'an ji girtîgehê derketim. Ji Helebê heta Efrînê 13 saetan em çûn. Normal navbera Efrîn û Helebê herî zêde 45 deqe ye. Lê belê me bi zorê di nava 13 saetan de xwe gihand."

'ME KINC ŞEWITAND Û NAN PÊ ÇÊKIR'

Şêxmûs Berazî bavê 5 zarokan ku kurekî wî di berxwedana Efrînê de şehîd bû, yek ji wan girtiyan bû ku li Mislimiyeyê zor û zehmetiyeke mezin dît. Berazî qala wê demê kir:

"Sala 2008'an ketim zindana Mislimiyeyê. Pêvajoyeke gelekî zehmet bû. Wê demê mazot nema, rojê 200 gram ard didan. Li gorî me ji dayik û hevserên xwe dît, fêr bûn; me ew ard dikir hevîr, pantolon û kazaxê xwe dişewitand û li ser agirê wê dikir nan. Piştî 4 mehan ard jî nema. Rojane 200 gram nanê hişk didan. Nanê ku ji bo heywanan hatibû veqetandin...

Piştî demekê 24 saetan carekê nanek dan. Nanek jî bi hezar, du hezar lîreyê Sûriyeyê difirotin. Carna pereyê me nebû, lê nan tune bû. Heyva Sor nan û tiştên mîna wan ên diviyabû bida me, bi pereyan difirotin. Paketek Hamra bi 20 hezar lîreyê Sûriyeyê difirotin. Paketek çixareyê bi 1300 lîreyê Sûriyeyê didan. Me gelekî zor û zehmetî dît.

Li nexweşxaneyê şewba weremê dest pê kir. Derman tune bû. Yên nexweş diketin di nava rojek, du rojan de jiyana xwe ji dest didan.

ROJANE TASEK AV

Sibata 2013'an ji girtîgehê derketim. Heta wê rojê 612 kes li girtîgehê mirin. Di berdêla 300 hezar lîreyê Sûriyeyê de ji girtîgehê derketim. Mîna bertîlê min pere da dadgehê. Sedema serîrakirinê El nûsra bû. Telefonî xizmên xwe kirin û gotin, 'Serî rakin, em ê jî werin û we serbest berdin'. Nehatin, girtî hatin kuştin. Cephet El Nûsra top avêt, 34 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Min ev bi çavên xwe dît.

Hatibû rewşeke welê ku rojane tenê bi tasekê av didan. Tu yê wê avê vexwe, yan rûyê xwe pê bişo, firaxan bişo? Tu neçar bû li gorî wê yekê hesab bike. Jiyan bi temamî qediya bû. Ji ber buhayê zêde, kantînên li girtîgehê dibe ku bi milyaran lîre pere qezenç kirin.

Tiştên ji bo me dihatin bi pereyan difirotin. Sabûnek bi hezar lîreyî, jîletek bi 750 lîreyî difirotin. Derfetê xweşuştinê tune bû. Gelek girtî ji ber sipî jiyana xwe ji dest dan. Li girtîgehê sipî belav bûbû.

Piştî ku ji girtîgehê derketim nikarîbûm bi hêsanî bimeşim. Nikarîbûm bi pêliyekê jî biçim."