QSD wê operasyoneke dî ya berfireh bide destpêkirin-NÛ BÛ

Di navbeyna şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî giran heye. Şervanên QSD'ê saet 16.00'an wê operasyoneke dî ya berfireh bidin destpêkirin.

Piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokatîk (QSD) operasyon li ser gundê Baxoz a bajarokê Hecînê ya Dêrazorê da destpêkirin li herêmê şerekî dijwar rû da.

Nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê diyar kirin saet 16.00'an li dijî çeteyên DAÎŞ'ê wê operasyoneke dî ya berfireh were destpêkirin.

Li gorî nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê di şerê duh destpêkirî de heta niha şervanên QSD'ê 6 nuqte bidestxistine, zêdetirî 20 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin. Li aliyê di şer de 8 şervanên QSD'ê birîndar bûne.