QSD û artêşa Iraqê wê bi koordîneyî tevbigerin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) wê operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DAÎŞ'ê bi hêzên koalîsyonê û artêşa Iraqê re bi rengekî koordîneyî bimeşîne.

Pêngava Bagera Cizîrê, ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê sekinîb3u, roja Sêşemê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji nû ve dest pê kir.

Ji fermandarên QSD'ê Haşim Mihemed ku di koordîneya pêngavê de cih digire got, piştî ku pêngav sekinî ruh bi DAÎŞ'ê hat.

Mihemed ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku ji ber lihevkirina Rûsya û dewleta Tirk li Sûriyeyê guhertinên xetere yên demografîk hatine kirin.

Haşim Mihemed da xuyakirin ku di çarçoveya peymana veşartî de dewleta Tirk di berdêla dagirkirian Efrînê de çeteyên xwe ji bejahiya Şamê û Xota Rojhilat derxist.

Fermandarê QSD'ê Mihemed diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi her cûre çekên giran êrîş anî ser Efrînê û komkujî li sivîlan kir û got, "Ji ber kiryarên dagirkeran Pêngava Bagera Cizîrê hate rawestand,  ku şervanên pêngava beşdarî Berxwedana Serdemê bibin û li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê têbikoşin."

Haşim Mihemed da xuyakirin ku ji ber rawestandina pêngavê çeteyên DAÎŞ'ê careke din bi ser xwe ve hatin û wiha dewam kir, "Rawestandina Pêngava Bagera Cizîrê rê ji DAÎŞ re vekirin ku careke din xwe bi rêxistin bike. Di dema dawî de gelek êrîş anîn ser nuqteyên şervanên me."

Haşim Mihemed anî ziman ku Pêngava Bagera Cizîrê wê bi koordîneya Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Iraqê dewam bike û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Di daxuyaniya ma ya duh a temamkirina Pêngava Bagera Cizîrê de, me ragihand ku pêngav wê bi koordîneya Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Iraqê dewam bike. Bargehên çeteyên DAÎŞ'ê li nêzî Sûriyê – Iraqê hene. DAÎŞ bi rêya van bargehan hewl dide êrîşî Sûriyeyê û Iraqê bike. Ji ber vê yekê me bi hêzên Iraqê koordîne kir."

Haşim Mihemed di dawiya axaftina xwe de got, "Em ê DAÎŞ'ê li herêmê bişkînin. Em ê hemû herêmên ku bi saya şehîdan hatine rizgarkirin biparêzin."