QSD: Qedexe ye ku yên biniya 18 salî bibin şervan

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku hatiye qedexekirin ku yên biniya 18 salî bibin şervan.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî talîmatek da belavkirin û diyar kir ku ew li gorî Peymannameya Mafê Mirovan a sala 1989’an a Neteweyên Yekbûyî û li gorî protokolan tevdigerin ên ku divê zarok şerê çekdarî nekin.

Talîmat li ser malpera QSD’ê hate belavkirin hate diyarkirin ku êdî qedexe ye ku kesên biniya 18 salî di nav QSD’ê de bibin şervan.

‘ZAROKÊN HATINE TESPÎTKIRIN DIVÊ WERIN SEWQKIRIN’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heke kesên biniya 18 salî di nav QSD’ê de ew ê werin tespîtkirin û ew ê sewqî Konseya Perwerdehî û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweser a Sûriyeyê ya Bakur û Rojhilat werin kirin.

Ji Dîsîplîna Leşkerî û Rêveberiya Asayîşê jî hate xwestin ku bila li gorî talîmatê tevbigerin.