QSD: Operasyona paqijkirinê didome

QSD’ê ragihand ku hêzên wan bi temamî serwerî li rewşa awarte kir û got: “Operasyona paqijkirinê berdewam dike.“

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser rewşa dawî ya girtîgeha Xiwêranê ya Hesekê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dezgehên çapemeniyê agahiyên nezelal li ser kontrolkirina girtîgeha Sînaa bi temamî ji aliyê hêzên me ve belav kirin.

Ev agahî ne zelal in. Hêzên me rewşa awarte ya ku DAIŞ’ê hewl dida sûdê ji werbigire û bireve bibe temamî kontrol kir. Bi vê yekê çeteyên DAIŞ’ê yên mayî nikarin di dîwarên girtîgehê re birevin.

Em di qonaxa pêşîn a têkbirina çeteyên ku hewl dane êrîşî girtîgehê bikin de ne, her wiha xwe li ber dîwarên bakur û hin odeyan xurt kirin. Operasyona paqijkirinê berdewam e û îro bi dehan çete hatin kuştin û girtin.”