QSD: Li Reqayê 3 serçete hatin girtin

QSD'ê ragihand ku li Reqayê 3 serçete hatine girtin ku plana komkujiyan dikirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya înternetê ev agahî parve kirin: "Yekîneyên Antî-Teror ên QSD'ê bi destekdayîna Koalîsyona Navneteweyî, li rojhilat û rojavayê Reqayê, her wiha li herêma başûrê bajêr 3 operasyonên ewlehiyê pêk anîn. Di operasyonan de 3 serçeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.

Serçeteyên hatine girtin beşdarî veşartina çeteyên DAÎŞ'ê, veguhestana wan, plankirin û pêkanîna bûyerên kuştinê li hundirê bajêr û gundewarê wê bûne. Her wiha berê beşdarî êrişên rêxistina terorîst DAÎŞ'ê yên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne."

QSD'ê diyar kir ku ev operasyona di çarçoveya erkên hevbeş ên hêzên QSD'ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyên DAÎŞ'ê û şaneyên terorîst de tên lidarxistin.