QSD: Li Eyn Îsayê 7 çete hatin kuştin

Artêşa Tirk a dagirker ku tevî çeteyên xwe êriş bir ser gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê derbeke giran xwar. QSD'ê ragihand ku di şer de 7 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê têkildarî êrişên dawî yên li ser navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û tê de diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawîn de li xeta Eyn Îsayê topbaran û êrişên bejahî zêdetir kirine û tevgera balafiran li asîmanê herêmê bê navber dewam dike.

Di dewama daxuyaniya QSD'ê de hate gotin ku şervanên QSD'ê bersiva êrişên bejahî yên çeteyan ên li dijî gundewarên Eyn Îsayê dan û li ser vê yekê êriş hatin têkbirin û çete paşde vekişiyan.

Her wiha hate diyarkirin ku 21'ê Kanûnê (duh) bi şev çeteyên dagirker ji çend aliyan ve êrişî gundê Mişêrfê kirin û di navbera wan û şervanên QSD'ê de şerekî giran rû da. Di encama bersivdayîna şervanên QSD'ê de 7 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.