QSD: Em ê mafê xwe yê bersivdayînê bi kar bînin
Fermandariya Giştî ya QSD`ê diyar kir ku ew li hemberî êrîşên Rûsya û hevalbendên wê bêdeng namînin û ew ê mafê xwe yê parastina rewa û bersivdayînê bi kar bînin.
Fermandariya Giştî ya QSD`ê diyar kir ku ew li hemberî êrîşên Rûsya û hevalbendên wê bêdeng namînin û ew ê mafê xwe yê parastina rewa û bersivdayînê bi kar bînin.
Fermandariya Giştî ya QSD`ê têkildarî bombebarana li ser noqteyên hêzên wan ên li bakurê rojhilatê Dêrazorê, daxuyaniyeke nivîskî weşandi
Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:
“Di demeke ku hêzên di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, gelê me li rojhilatê Çemê Firatê rizgar dike û bi pêş ve diçe, Hêzên Rûsyayê û Hêzên Rejîmê êrîşeke bê bext anîn ser hêzên me li kargeha Konîko, îstasyona Ezba û kargeha Nesîcê. Di encama bombebarana bi balafiran û topan de, hinek şervanên me şehîd û birîndar bûne.
Her wiha pêşveçûyînên me bi koordîneya bi Koalîsyona Navneteweyî dike. Ji aliyekî din ve jî her tim em naxwazin têkevin şerekî din û taqeta xwe ku pêwîst e em li dijî terorê û terorîstan bi kar bînin, hedir bikin.
Em êrîşa dijminahî ya Hêzên Rûsyayê û hevalbendên wê ku xizmeta terorîstiyê dike û li dijî şerê terorê ye, şermezar dikin. Em teqez dikin ku em bêdeng namînin û em ê mafê xwe yê parastina rewa û bersivdayînê bi kar bînin.
Em bang li Rûsyayê dikin ku bila dev ji van helwestên xwe yên dijminahiyê yên derheqê gelê me û hêza wê ya leheng berde.”