QSD’ê sûcên dewleta Tirk ên di meha Hezîranê de eşkere kir

QSD’ê sûcên dewleta Tirk a dagir ên di 2 hefteyên pêşîn a meha Hezîranê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya sûcên dewleta Tirk ên ji destpêka meha Hezîranê ve pêk anîne, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Artêşa Tirk û çeteyên wê sûcên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû cureyên çekan dewam dikin. Her wiha hewl didin bikevin bendênm hêzên me yên li herêmên şer, lê hêzên me hewldanên wan têk birin, ruxmî piraniya wan herêman niştecih lê hene û dikevin nava peymanên agirbestê ku deweleta Tirk a dagirker bi DYA û Rûsyayê re di Cotmeha 2019’an de îmze kirine.

Di nîvê meha Hezîranê dewleta Tirk a dagirker ev çû kirine;

Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk 35 caran li asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geriyan û li malekek li Qamişloyê dane.

Artêşa Tirk a dagirker bi 982 topên giran û bombeyên qedexekirî, li herêmê daye.

Li herêmên Til Temir û Zirganê bi taybet gundên Til Şenan û Til Cuma yên Asûriyan bi topan bi dehan malan dane.  Bi taybetî perestgehên olî û dêrek hate bombebarankirin.

Gundê Um Kêf ê Til Temirê bi 150 topên giran hat topbarankirin.

Li gundê Qesir Dîb zevî hatin şewitandin û cotkaran nekarî berhemên xwe biçinin, di encamê de gef li debara herêmê tê xwarin.

Bi 324 top, moşek û hewanan li bajarokê Eyn Îsa û bi dehan gundên wê yên li rojhilat û rojava xistin. Her wiha li navenda bajarok jî sivîl hatin bombebarankirin da ku wan bitirsînin û bidin koçberkirin. Di heman demê de erebeyên li ser rêya M4 jî bûn hedef.

Bi 365 topban gundewarên bakurê rojavayê bajarê Minbicê hatin topbarankirin, mînaka wê jî burcê peywendiyan û perestgeha olî û malên sivîlan in.

Herêmên Şehbayê yên li gundewarên bakurê Heleb û navçeyên Şera û Şêrawa yên gundewarên başûrê Efrînê 141 caran hatin topbarankirin, ji wan klînîka li bajarokê Til Rifetê û topbarankirina malên welatiyan ên li wan herêman ku di encamê de ziyanên madî gihaştin mal û milkên wan, şivanek û pezê wî li gundê Tinib ê navçeya Şêrawa bûn hedef.

Li gelek herêmên gundewarên Efrînê ya dagirkirî nemaze li navçeya Şiyê ya Efrînê bi armanca bicihkirina çeteyan, avahiyên mêtingeriyê lê tên avakirin.

Di dawiyê de em dibêjin; artêşa Tirk bi sûc û kiryarên xwe yên terorî û siyasetên revandin, talankirin û qetilkirinê dixwaze niştecihên resen koçber bibin û projeya xwe ya guhartina demografiyê pêk bîne. Ji ber ku siyaseta Tirkkirinê heta niha li herêmên dagirkirî ranewestiyane. Hem navên gund û deverên giştî diguhere, hem jî al û wêneyên Tirkî li ser saziyan û avahiyên fermî bilind dike. Li hemberî van siyasetan jî dewletên hêzên wan li Sûriyeyê hene û rêxistinên hiqûqî û mirovî, her wiha NY bêdeng in."