QSD’ê şehîdên Qereçoxê bi bîr anî: Xakên dagirkirî wê werin rizgarkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şervanên ku berî 6 salan di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker a li ser çiyayê Qereçox ê Dêrikê de şehîd bûne, bi bîr anî.

Îro salvegera 6’an a êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî çiyayê Qereçoxê yê herêma Dêrikê ya kantona Qamişloyê ye. Bi vê wesîleyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de got: “Em îro 20 hevalên xwe yên ku beriya 6 salan di encama êrîşa dewleta Tirk a li dijî Navenda Fermandariya Operasyona Leşkerî ya li dijî DAÎŞ’ê û Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Çiyayê Qereçoxê yê herêma Dêrikê şehîd bûbûn, bi bîr tînin. Me û gelê xwe di vê rojê de fermandar û şervanên mezin ên ku li hember hemû aliyên ku xêrê ji bo gel û axa me naxwazin, mîrateya berxwedan û fedakariyê li pey xwe hiştine winda kir.

Her wiha em helwesta welatparêzî û exlaqî ya birûmet a gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema êrîşa terorîst de ku li dijî terora Tirkiyeyê serî hildan û bi deh hezaran ber bi çiyayê Qereçoxê ve bi rê ketin û dilsoziya xwe ya bênavber ji xwîna şehîdan re tekez kirin, bi bîr tînin û silav dikin. Ew helwesta welatparêzî bû yek ji nirxên bingehîn û mayînde yên vî gelî li beramberî şervanên me yên ku canê xwe ji bo parastina jiyana gelê xwe feda kirin.

Êrîşa dewleta Tirk a li ser Qereçoxê, tişta ku di belge û vîdyoyan de li ser hevkariya eşkere ya dewleta dagirker û rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê û hemahengiya êrîşên wan li ser herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca astengkirina têkoşîna me ya li dijî terorê piştrast dike. Ji ber ku hêzên me wê demê di qonaxên pêşketî de bûn, ji bo jinavbirina paytexta rêxistina terorîst Reqa, êrîşên Tirkiyê alîkariya DAÎŞ’ê kir ku bêtir dem bi dest bixe, refên xwe careke din birêxistin bike, da ku hewlên tinekirina wê asteng bike.

Hemwextî êrîşa li ser Qereçoxê bi bîranîna salane ya qetlîama ku ji aliyê Tirkiyeyê ve beriya nêzî sedsalekê li dijî zêdetirî milyon û 500 hezar Ermenî bû. Dîroka hovane ya dewleta dagirker a ku li ser esasê tunekirina gelên resen hatiye avakirin, bê dudilî îspat dike.

Dagirkeriya Tirk êrîşên hovane li dijî gel û herêmên me didomîne û bi berdewamî gefan li wan dixwe û careke din hewla xwe ya ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji bo vejandina DAÎŞ’ê û peydakirina pêgeheke ewle ji bo wê nîşan dide li ser hesabê ewlekarî û aramiya bi milyonan xelkên Bakur û Bakurê Sûriyê ku her tim rastî êrîşên dualî yên DAÎŞ û Tirkiyê tê. Di demeke ku em û hevkarên xwe balê dikişînin ser tunekirina şaneyên terorîst, dewleta dagirker hemû şiyanên xwe bikar tîne da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û jîngeha ewle ya xelkê heremê ku di dema borî de ji destê DAÎŞ’ê hatin rizgar kirin, têk bibe.

Hêzên me bi berpirsyarî têdikoşin û şervanên xwe yên herî binirx feda dikin ji bo dabînkirina pêşerojeke ewle ji bo gelê me û herêmê. Ji tekoşîna me ya bi nirx ti carî dev jê nayê berdan û bi dilsoziya bi xwîna şehîdên xwe re, em dê li ser şopandina rêbazên berxwedanê yên nûjen ji bo têkbirina dagirkeriya dewleta Tirk û rizgarkirina herêmên xwe yên dagirkirî, berdewam bin.”