QSD'ê destek da banga NY'yê, banga agirbesta mirovî kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk destek da banga agirbesta gerdûnî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres, bang li hemû aliyên Sûriyeyê kir ku agirbestekî mirovî pêk bînin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniya dayî ji ber pandemiya vîrûsa Covîd-19 ragihand ku hemû operasyonên leşkerî dane sekinandin.

QSD’ê bang li hemû hêzên li Sûriyeyê kir ku agirbestekî mirovî pêk bînin.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD‘ê wiha ye:

"Pandemî û xeteriya koronavîrûsê li ser tevahî cîhanê ye. Li ser banga Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yebûyî Antonîo Guterres, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk radighîne ku wê bi kedên navdewletî yên girêdayî têkoşîna li dijî vîrûsê û destekdayîn û bersivdayîna çalakî a ji vê rewşê re pabend be.

Rewşa heyî ya li cîhanê asta xeteriya vîrûsa kujer Covid -19 û belavbûna wê destnîşan dike. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê wekî pandemiya global ragihand û hemû rêveberî û sîstemên tenduristiyê yên cîhanê xist bin ezmûn û fişarê.

Di encamên şer de qada tenduristî û saziyên tenduristiyê hilweşiyan, êdî tehemula wê ya ji zêdetirîn kiryarên dijber re nemaye. Berdewama kiryarên şer dê pêlên koçberiyê bi xwe re bîne di encamê de wê bandore li binsaziya mayî ya tenduristiyê bike, ku bi xwe re dê lez bide belavbûna vîrûsê.

Li ser vê yekê em Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk bang li hemû aliyên Sûriyê dikin ku her însyatîf an kiryarên leşkerî qedexe bikin û tavilê agirbesta mirovî pêk bîne. Hêzên me wê li gorî agirbesta mirovî tevbigere, lê wê mafên parastina rewşa rewa bi kar bîne. Em hêvî dikin ku ev agirbesta mirovî deriyê diyalog, çareseriya siyasî veke û şerê li Sûriyê û cîhanî bi dawî bike.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk teqez dike ku bersvdana aktîv a ji vê krîzê mîsoger bike û gihiştina kedkarên tenduristiyê yên herêmî û navdewletî ji bo herêmên di bin serweriya hêzên wan de hêsan bike."