QSD'ê operasyon bire ser çeteyan: 1 hate kuştin, 1 bi saxî hate girtin

QSD'ê ragihand li Dêrazor û Şedadê di operasyonê de ya li ser DAÎŞ'ê serekçeteyekî DAÎŞ'ê hatiye kuştin û yek jê bi birîndarî hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya QSD'ê hatiye parvekirin derheqê operasyona li ser çeteyên DAÎŞ'ê ev agahî hate parvekirin: " Duh êvarî li herêma Hewayîc di çalakiyeke hevbeş a hêzên me û Koalîsyona Navneteweyî de serçetyekî DAIŞ'ê ya terorî hate kuştin.

Terorîst beşdarî plana êrişa li ser girtîgeha Xiwêran a Hesekê ya Kanûna borî bû. Hêzên me plan têk birin û gelek terorîstên ku beşdarî vê planê bûne, di nav de serçeteyê şaneyê Mihemed Ebid El-Ewad hebû, girtin. Her wiha beşdarî plana teqandina du erebeyên bomebebarkirî bû ku rêxistina terorîst ji bo pêkaîna êrişê li ser girtîgehê û derxistina pirsgirêkan li deriyê sereke yê girtîgehê amade kiribûn."