QSD’ê nasnameya şervanê ku di êrîşa li Kobanê de şehîd bû, eşkere kir
QSD’ê nasnameya şervanê ku duh di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Kobanê li dijî wesayîtekê hatî kirin de şehîd bû, eşkere kir.
QSD’ê nasnameya şervanê ku duh di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Kobanê li dijî wesayîtekê hatî kirin de şehîd bû, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Yek ji lehengên me li gundewarê Kobanê di êrîşa balafira biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Erebeya ku hevalê me Mazlûm Dogan (Sabrî Ehmed Ebdullah) tê de bû, dema ku vedigeriya cihê karê xwe bû hedef.”
Di dewama daxuyaniyê de li ser têkoşîna şehîd Mazlûm ev agahî hatin parvekirin: “Hevrêyê me sala 2012’an tevlî nava hêzên me bû. Ji Berxwedana Kobanê bigire û heta operasyonên li djiî DAÎŞ’ê, li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê beşdarî gelek şer û operasyonan bû. Her wiha di bersivdayîna êrîşên hêzên dewleta Tirk a dagirker de cih girt û di hember şeran de bi ruhekî mezin li ber xwe da. Hevrêyê me tevlî karwanên nemiran bû û li dû xwe sicilekî bi dilsoziya bi vê xakê re dagirtî, hişt.”
QSD’ê sersaxî ji malbata şehîd Mazlûm û hemû malbatên şehîdan re xwest û soza tolhildanê û berdewamkirina têkoşîna li ser rêya şehîdan, da.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Mazlûm Dogan
Nav û Paşnav: Sabrî Ehmed Ebdullah
Navê Dayikê: Ferîde
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Kobanê-Qeremox, 1986
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê, 25’ê Nîsana 2023’an.”