QSD'ê nasnameya şehîdên Pêngava Gurzê Gelan eşkere kir

QSD'ê nasnameya 11 şervanên xwe eşkere kir, ku 22'ê Çileyê di oeprasyona dijî çeteyên DAÎŞ'ê de li girtîgeha Sînaa ya li Hesekê şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî navên şehîdan ragihandin. Daxuyaniya QSD'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Ji destpêka şoreşa me ve êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me dewam kirin û bi hevkariya hêzên navdewletî bajarên me Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin.

Dewleta Tirk a dagirker her tim li pêşiya têkoşîna me ya li dijî terorê bû asteng û her tim piştgiriya terorê kir. Bi taybetî têkiliya dewleta Tirk a bi DAÎŞ'ê re qet qut nebû û her tim hewl da bi rêya DAÎŞ'ê aramiya herêmê têk bibe, tevliheviyê derxe û bixe bin serweriya xwe.

Têkilîya rasterast a dewleta Tirk bi DAÎŞ'ê re careke din derket holê. Nêzî 200 çeteyên DAÎŞ'ê yên piraniya wan ji herêmên dagirkirî, Serêkanîyê û Girê Spî, bi plansaziyeke berfireh êrişî Girtîgeha Sinaa ya Hesekê kir ku 5000 çeteyên DAIŞ’î lê girtî ne. Bi revandina çeteyên girtî, di serî de li Hesekê, xwestin li tevahî herêmê rê li ber qirkirin û dagirkeriyê vekin.

Çeteyên DAÎŞ'ê êvara 20’ê Çileyê saet derdora 19:30’an, bi seyareyên bombebarkirî êrişa ser girtîgehê pêk anîn. Bi êrişan re çeteyên di girtîgehê de jî xwest xwe xilas bikin û birevin. Bi destwerdana lez a hêzên me ev plana wan ji destpêkê ve pêk nehat û têk çû. Di têkçûna vê êrişê de baldariya şervanên me û berxwedana wan a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê, hem pêşî li dagirkirina herêmê girt û hem jî rê neda ku careke din xîlafeta sexte li herêmê serwer bibe. Bi vê êrişê re di serî de dewleta Tirk a dagirker, li bendê bûn ku tiştê xeyal dikirin pêk were. Lê şervanên me ew bendewariya wan di qirika wan de hişt.

Di vê berxwedanê de keç û xortên qehreman ên gelên me zîrekbûn û wêrekiyeke mezin nîşan da. Di 2 rojên destpêkê da 11 qehremanên me bi fedakarî û bi ruhê fedayî şer kir û gihîştin şehadetê. Têkoşîna wan a di vê berxwedanê de, parastina destkeftîyên şoreşê ye ku bi hezaran şehîdan hatiye bidestxistin. Em jî soza xwe careke din nû dikin ku em ê bi israr gelê xwe biparêzin û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ne:

Nasnav: Awaz Ûrmîye

Nav û paşnav: Nesrîn Ehmed

Navê dayikê: Bedîa

Navê bav: Cemîl

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022

 

 

Nasnav: Cemal Xûrxûrî

Nav û paşnav: Cemal Oso

Navê dayikê: Naîle

Navê bav: Hesen

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 20 Çile 2022

 

Nasnav: Ehmed

Nav û paşnav: Ehmed El Nasir

Navê dayikê: Sebah

Navê bav: Gazî

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022

 

 

Nasnav: Enes Hesekê

Nav û paşnav: Sûfyan El Ehmed

Navê dayik: Meryem

Navê bav: Hemîd

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 20 Çile 2022

 

Nasnav: Ayaz

Nav û paşnav: Ayaz Elî

Navê dayik: Emşa

Navê bav: Hemîd

Cihê jidayikbûnê: Dêrik

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022

 

 

Nasnav: Tolhildan Faraşîn

Nav û paşnav: Osman Osman

Navê dayik: Edla

Navê bav: Mehmûd

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022

 

 

Nasnav: Hisên

Nav û paşnav: Hisên Hesen

Navê dayik: Xedîce

Navê bav: Ebdilbaqî

Cihê jidayikbûnê: Amûdê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022

 

Nasnav: Ednan

Nav û paşnav: Ednan El Ibêd

Navê dayik: Aliya

Navê bav: Ode

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022

 

Nasnav: Ûmran

Nav û paşnav: Ûmran Xilêf

Navê dayikê: Zehra

Navê bav: Silêman

Cihê jidayikbûnê: Dirbêsîyê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022

 

Nav û paşnav: Lûey Hisên

Navê dayikê: Ketba

Navê bav: Ebdilhemîd

Cihê jidayikbûnê: Amûdê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22 Çile 2022

 

 

Nasnav: Mîtan Qamişlo

Nav û paşnav: Mihemed Ehmed

Navê dayikê: Fethîye

Navê bav: Hisên

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 20 Çile 2022”