QSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên şehîd bûne eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çepemeniya QSD’ê, nasnameyên 4 şervanên xwe yên di êrîşê dewleta Tirk a bi ser Til Temir de şehîd bûn, eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser navçeya Til Temirê de 4 şervanên wan şehîd bûne.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên dewleta Tirk a dagirker li êrîşên xwe yên hovane yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Di êrîşan de ferqê naxe navbera sivîl û leşkeran.

Di êrîşên bi balafira biçek a bêmirov ên bi ser gundên bajarokê Til Temirê de şervanên me Orhan Şêxo (Gelhat Efrîn), Silêman Mihemed Şêx (Dilo Ararat), Îbrahîm Xelîl Nasir (Kemal Pîr), Ebdulhemîd Ehmed Ebdulheyî (Dilşêr Amiriyê) şehîd bûn.

Em, sersaxiyê ji malbatên her çar şehîdan û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin, ji birîndarên xwe re şifayê dixwazin. Em careke din sond dixwin ku em ê tolê ji dijmin û dagirkeran hilînin.

Nasnameyên her çar şehîdan wiha ne:

Nasnav: Kemal Pîr

Nav û paşnav: Îbrahîm Nasir

Navê dayikê: Hesa

Navê bav: Xelîl

Cih û dîroka jidayikbûnê. Sefih/ 1999ʹan

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir 22ʹyê Mijdara 2022ʹyan

 

Nasnav: Dilşêr Amiriyê

Nav û paşnav: Ebdulhemîd Ebdulhey

Navê dayikê: Xalidiyê Talib

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Amiriyê 2004

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir 22ʹyê Mijdara 2022ʹyan

 

Nasnav: Gelhat Efrîn

Nav û paşnav: Orhan Şêxo

Navê dayikê: Zeyneb Hec Muslim

Navê bavê: Mihemed Şêxo

Cih û dîroka jidayikbûnê: Efrîn 1993ʹyan

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir 23ʹyê Mijdara 2022ʹyan

 

Nasnav: Dilo Ararat

Nav û paşnav: Silêman Şêx Ehmed

Navê dayikê: Bedîa

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Serêkaniyê 1999ʹan

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir 23ʹyê Mijdara 2022ʹyan."