QSD’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên li Minbicê şehîd bibûn eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê nasnameya 2 şervanên wan ên di teqîna 16’ê Çileyê li Minbicê de şehîd bibûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di teqîna li kolana Sidisê ya Minbicê de şervanê wan ê bi navê Cûdî Kobanê û Şiyar Piling şehîd bûne.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.

QSD’ê ev agahî parve kir:

"Em Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji sala 2015’an vir ve li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi lidarxistina pêngavên leşkerî şer û berxwedanekî bê hempa dimeşînin. Xeleka dawî ya van pêngavan, Şerê Tunekirina Terorê ya li herêma dawî ya di bin dagirkeriya DAÎŞ’ê, Hecîn’ê ber bi dawîbûnê ve dimeşe. Rêxistina terorî ya DAÎŞ’ê ku li Rojava û Bakurê Sûriyê de ber bi tunebuyînê ve ye, ji bo ku li vê herêmê hebûna xwe bidomîne bi rêbazên dervê hiquqê şer û êrîşên xwekuj ku sivîlan dike hedef, pêk tîne.

Di dîroka 16’ê Çileyê saet 12:38’an de li kolana Sindisê, ber deriyê xwaringeha Qesir El Umeraa ya bajarê Minbicê ji aliyê terorîstekê DAÎŞ’ê ve êrîşeke xwekuj hat lidar xistin. Di vê êrîşê de 9 sivîl, 4 leşkerên Amerîkî, pêwirdarek ewlehiyê yê taybet û xebtatkarekî Wezareta Parastinê ya DYE; her wiha 2 şervanên me ku girêdayî Komîteya Ewlehî û Têkiliyan e û bi koalîsyonê re dixebitîn û ji bo erka xwe li herêmê bûn, şehîd ketin.

Em di serî de ji malbatên şehîdên me, malbatên sivîlan, malbatên leşkerên Amerîkî re ku di vê êrîşê de şehîd ketine re û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Her çiqas armanca van êrîşan astengkirina têkoşîna me ya li dijî teror û terorîzme hewildana gav paşde avêtin be jî, berovajî wê em ê têkoşîna xwe ya li dijî her cûre teror û terorîzmê bi biryardarî bidomînin û em careke din teqez dikin ku heta bêbandorkirina terorîstê dawî jî em ê têkoşîna berdewam bikin."

Nasnameyên şervanên me yên şehîd ketin wiha ye;

Nasnav: Cûdî Kobanê

Nav û Paşnav: Weyso Faris

Navê Dayikê: Zehra

Navê Bav: Salih

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Lehîdbûnê: Minbic / 16’ê Çileya 2019

***

Nasnav: Şiyar Piling

Nav û Paşnav: Şiyar Hemze

Navê Dayikê: Helîme

Navê Bav: Salih

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Minbic / 16’ê Çileya 2019"