QSD: Mîtan Şoreş di êrîşa hewayî de li Qamişloyê şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, ku şervanê wan Mîtan Şoreş di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de 6'ê Mijdarê li Qamişloyê şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Bi her cure çekên giran, top û balafirên keşfê malên gel, saziyên leşkerî û xizmetguzariyê dikin hedef."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Roja Şemiya borî ji aliyê balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên artêşa Tirk a dagirker wesayîta ku hevrêyê me Mîtan Şoreş (Kemal Mihemed Elî Dûdû) û 2 hevrêyên wî tê de bûn, hedef girtin. Di encama vê êrîşa hovane de hevrêyê me Mîtan ê di betlaneyê de bû, gihîşt şehadetê.

Hevreyê me beşdarî piraniya pêngavên li dijî rêxistinên terorîst ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Hevreyê me mînaka şervanên wêrek bû ku ji xetereyan natirsin û di jiyana xwe ya leşkerî de nimûneyên bêhempa yên berxwedan û lehengiyê nîşan dan. Her wiha xwedî rihê hevrêtiyê yê bilind bû, ji lew re re ket dilê hemû kesên wî nas kirine û ji wan re bû bira û hevrê.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd û hemû malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin û em soza rakirina tolê didin. Em ê ala berxwedanê li ba bikin, xeta têkoşîna fedaîtiyê bidomînin heta ku xeyal û armancên wan ên azadî, rizgarkirina herêmên dagirkirî û mîsogeriya ewlehî û îstiqrarê li herêmên me pêk bînin.

Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Mîtan Şoreş
Nav û paşnav: Kemal Mihemed Elî Dûdû
Navê dayikê: Ebta
Navê bav: Mihemed Elî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Serêkaniyê, 1995
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo, 6 Mijdar 2022."