QSD’ê malbateke dî ya Êzîdî rizgar kir

Tîmeke taybet a QSD’ê malbateke dî ya Êzîdî ji destê DAÎŞ’ê rizgar kir.

Operasyona QSD’ê ya li Dêrazorê ya bi mebesta ku herêmê ji DAÎŞ’ê rizgar bikin û sivîlan xilas bikin, ya bi hevkariya artêşa Iraqê û hêzên koalîsyonê didome.

Bi çarçoweya operasyonê tîmeke taybet a QSD’ê li rojhilatê Firatê bi operasyoneke taybet dayikeke Êzîdî û zarokeke wê 4 salî ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir.

ÊN KU HATIN RIZGARKIRIN

Kesên ku hatin xilaskirin navê wan wiha ye: Dayik Xezal Çoqî, zarok Daliya, Habîb, Elî û Samî.

Tîma QSD’ê endamên malbatê yên ku rizgar kirin ji bo ku bidin Rêveberiya Xweser a Demokratîk û YPJ’ê teslîmî Meclîsa Sivîl a Dêrazorê kirin.

YPJ’ê beriya niha ji bo ku malbatên Êzîdî yên ku hatine rizgarkirin bişînin malê bi Meclîsa Xweser a Şengalê re komîteyeke bi koordîne dixebite, ava kiribû.