QSD’ê li taxa Rewda derbeyên xurt li çeteyan da

Şervanên QSD’ê li taxa Rewda ya Reqayê derbên xurt li çeteyên DAIŞ’ê dixin. Şerê dijwar ê li taxê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de derketî hê jî dewam dike

Çeteyên DAIŞ`ê ji bo zexta li ser çeteyên xwe yên ku li derdora nexweşxaneya Wetenî û baxçeyê Reşîd ên navenda bajarê Reqayê ku derbeyên giran dixwin sivik bike, êrîşe taxa Rewda ya aliyê rojhilat ê Reqayê kirin. Şervanan yekser berisv dan û derbeyên giran li wan dixin.

Li gorî agahiyên ku Navenda Raghandin û Çapemeniya QSD`ê dane, bi qasî hate zelalkirin 15 çete hatine kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûne.

Şer li taxê bi hemû dijwariya xwe dewam dike.