QSD’ê ji bo Kampa Holê hişyarî kir: Enqere dixwaze DAÎŞ’ê zindî bike

QSD’ê diyar kir dewleta Tirk Kampa Holê ya ku malbatên çeteyên DAÎŞ’ê lê dimînin bombe kiriye û di vê êrîşê de 8 şervanên QSD’ê şehîd bûne. QSD’ê derbarê rewşa Kampa Holê hêzên navneteweyî hişyar kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişa duh a dagirkeriya Tirk li dijî kampa Holê pêk aniye, li ser mallpera xwe daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"Di 23’ê meha Mijdarê de dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên şer û yên keşfê li dijî hêzên parastina Kampa Holê û zindana Çerkînê li Qamişlo yên ku çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan tê de hene, êriş pêk anîn.

Di encama van êrîşan de 8 şervanên me yên hêzên parastina kampê şehîd bûn. Ev êrîş bi plan û zanebûn çêbûn. Jixwe armanca dewleta dagirker ew bû ku çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ji kampê bên revandin û dîsa DAIŞ’ê zindî bike.

Ev plan ji bo herêmên me û giştî cîhanê xeteriyeke pir mezin ava dike. Li hember van êrîşan dewletên navneteweyî bêdeng in, eger ku ev xeterî hîn mezintir bibe, bêdengiya van dewletan ew ê berpirsyarê vê rewşê be."