QSD’ê îdîayên artêşa Tirk derewand
Fermandariya Giştî ya QSD’ê têkildarî îdîayên dewleta Tirk û çapemeniya wê ya ku şeranên QSD’ê li cihên sivîl xwe bi cih dikin, derewand û gotin wê heta dawiyê cih û warên xwe biparêzin.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê têkildarî îdîayên dewleta Tirk û çapemeniya wê ya ku şeranên QSD’ê li cihên sivîl xwe bi cih dikin, derewand û gotin wê heta dawiyê cih û warên xwe biparêzin.
Fermandariya QSD’ê ya bi daxuyaniyekê îdîayên dewleta Tirk derewand û bibîr xist ku dîmena ku ajansa Anadolê a girêdayî istxbaratên Tirkiyê weşandine ya gundên li ser sînor in û wiha got: “Li wan gundan hêzên me bi artêşa Tirk û çeteyên wê re ji roja yekem a êrîşê ve di nava şer de ne. Bê guman gelek caran şer di nava gundan de rû didin.”
QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:
‘BI VAN ÎDÎAYAN DIXWAZIN TOPBARAN LI SER SÎVÎLAN REWA BIKIN’
“Di demên dawî de ajansa Anadolê a girêdayî Îstxbaratên Tikriyê (MIT) di nûçeyeke xwe de dîmenek ku ji esmana ve hatiye kişandin, weşand û îdîa kir ku hêzên me li cihên sivîl û avahiyên welatiyan xwe bi cih dikin. Armanca wan ji vê yekê bombebaran û topbarna cihên sivîl ên Efrînê rewa nîşan bidin.
‘ŞER NAVA GUND DIQEWIME, EM GUNDÊN XWE BERNADIN’
Em weke hêzên QSD’ê tekez dikin ku ew dîmenên hatine kişandin, dîmenên xetên pêşî yên eniyên şer e ku hêzên me li gundên sînor bi artêşa Tirk û çeteyên wê re ji roja yekem yên di şer de ne. Heta niha û bi awayekî xwezayî ew şer li hindirê gundan dewam dike. Di heman demê de em ji raya giştî û dewleta Tirk re tekez dikin ku ti niyeta me nîne ku em dest ji gundên xwe berdin ji dizî û talanê re, gundên ku hemû cîhanê dîmenên wê şopandin.
‘LI DIJÎ TALAN Û QIRKIRINÊ EM Ê ODE BI ODE ŞER BIKIN’
Artêşa Tirk û çeteyên wê mal û milkên welatiyan û sewalên xelkên me yên Efrînê talan dikin. Li ser vî esasî em ê bersiva êrîşên wan ên hovane li her tax, kolan û gundikên xwe bidin. Heger hate xwestin em ê di malan de ode bi ode bi wan re bikevin şer.
‘HÊZÊN SIVÎL HENE KU LI DIJÎ DAGIRKIRINÊ PARASTINA XAKA XWE DIKIN’
Dîmenên derketin ên şervanên ku li kolanên bajarok û gundan bersiva artêşa Tirk a dagirker didine.
Em ji raya giştî re tekez dikin ku hêzên parastina sivîl jî hene, ew kolan û gundan di vê rewşê de diparêzin, ji xwe ew sivîl in û erka xwe ya parastina gundên xwe pêk tînin. Ev behaneyê nade dewleta Tirk a dagirker ku gundan û bajarokan bikin hedef.
‘HETA DAWÎ EM Ê LI BER XWE BIDIN’
Hêznê me QSD’ê di dema ku bang li cîhanê dikin ku piştgiriya berxwedana efsanewiyî li dijî komên terorist bikin, di heman demê tekez dikin ku em ê berxwedanê heta dawî bidomînin, da ku artêşa Tirk û komên wê yên radîkal têk bibin.”