QSD’ê êrîşa Rûsya û rejîma Sûriyê şermezar kir
QSD‘ê êrîşa hawayî ya Rûsya û rejîma Sûriyê li hember hêzên wan li Dêrazorê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku pêşveçûnên wan li herêmê wê berdewam bike.
QSD‘ê êrîşa hawayî ya Rûsya û rejîma Sûriyê li hember hêzên wan li Dêrazorê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku pêşveçûnên wan li herêmê wê berdewam bike.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî bombeberana balafirên Rûsya û rejîma Sûriyeyê ya li dijî nuqteyên wan ên li rojhilatê, daxuyaniyek da. Li gorî agahiyên destpêkê di encamê de 6 şervanên QSD‘ê birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di heman dema ku hêzên me yên leheng, Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî çeteyên DAIŞ‘ê li Reqa û Dêrazorê bi ser dikevin, bi nêzîkbûna tunekirina terorê re hin alî hene dixwazin li pêşiya pêşveçûnên hêzên me astengiyan derxînin û hewl didin temenê DAIŞ‘ê dirêj bikin da ku projeyên xwe yên ku xizmeta gelê Sûriyê nake, pêk bînin. Ev alî ji bo serfkirina enerjiya li dijî terorê dixebitin, bi vê yekê ewlekariya herêmê dixin metirsiyê û li aliyekî din jî rê li pêşiya aloziyên dîtir vedikin. Armanca wan ew e ku têkoşîna li dijî DAIŞ têk bibin û tevliheviyê derbixin.”
Her wiha QSD’ê got: “Îro, 16‘ê Îlona 2017‘an, saet di 03:30 an de balafirên Rûsya û rejîma Sûriyê noqteyên hêzên me yên li herêma Sînî ya rojhilatê çemê Firatê bombebaran kirin, di encamê de 6 şervanên me birîndar bûne.”
QSD’ê diyar kir ku şervanên wan ev herêm ji DAIŞ‘ê rizgar kirin, şerê ji bo paqijkirina tevahî herêmê ji DAIŞ‘ê û rizgarkirina gel hîn jî berdewam e.”
Daxuyaniya QSD’ê wiha bi dawî dibe: “Em vê êrîşa dijminahî bi tundîr şermezar dikin û bang li aliyên têkildar dikin ku êrîşên xwe bidin sekinandin, ji ber ku ev êrîş dikeve xizmeta terorê. Em teqez dikin ku ev êrîş wê vîna ma ya di şerê li dijî terorê de têk nebe, wê pêşveçûnên me li herêmê berdewam bike ta tevahî herêm ji terorê rizgar bibe.”