QSD’ê du sîxûrên MÎT’ê girtin

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê da zanîn ku 2 sîxurên agahî dane dewleta Tirk a dagirker girtine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarê girtina her du sîxuran daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD’ê wiha ye:

“Yekîneyên taybet ên me, di çarçoveya erkên xwe yên leşkerî û ewlekarî yên ji bo şopandina şaneyên rêxistina terorîst a DAÎŞ`ê û pûçkirina şaneyên sîxuriyê yên girêdayî dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 2 sixurên ku ji MÎT’a Tirk re xebitîn, girtine. 

Her du sîxuran ji bo bidestxistina zanyariyên têkildarê cihên hêzên ewlekarî, leşkerî û navendên saziyên Rêveberiya Xweser, ji bilî şopandina fermandarên hêzên me dixebitîn û ji wê boneyê pere ji dagirkeriyê girtine.

Di çarçoveya lêpirsînê de ku bi her du çeteyan re hat kirin de, tevlîbûna wan di ragihandina agahî û koordînatên cihên leşkerî yên girêdayê meclisên leşkerî yên QSD`ê li Til Temir, Zirgan, Amûdê û Dirbêsiyê ku herî dawî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatibûn bombebarankirin û di encamê de gelek şervan şehîd bûn, qebûl kirin û li xwe mikur hatin.

Her wiha li xwe mikur hatin ku wan agahî li ser tevgera hin fermandarên hêzên me û nasnameya wan dane MÎT`a Tirk, ku yek ji wan fermandaran Rêzan Gulo bû ku di dawiya sala 2022`yan de rastî hewldaneke suîqestê ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk ve hatibû. Wan çeteyan li xwe mikur hatin ku destê wan di bûyerê de hebû.

Çeteyê sîxur Ilyas Mihemmed El-Rahîl ê di sala 1997’an de li Dirbêsiyê ji dayîk bûye û ji aliyê hêzên me ve hate girtin û tev li gelek çalakiyên sîxuriyê bûye, di lêpirsîna li gel wî hat kirin de li xwe mikur hat ku wêne û koordînatên bi dehan cihên leşkerî û xizmetguzariyê yên li Zirganê, Amûdê û Dirbêsiyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê re şandine. Piştî kontrolkirina agahî û koordînatên ku ji aliyê sîxur Ilyas ve hatine pêşkêşkirin, nîşan dide ku di heyama dawîn de gelek ji wan cihan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine bombebarankirin.

Çete EL-Rehîl li xwe mikur hat ku wî tevgera hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo şopandiya û bi MÎT`a Tirk re parve kiriye.

Çeteyê bi navê Ilyas El-Rahîl li xwe mikur hat ku çûye Tirkiyeyê û bi endamên îstixbarata Tirkiyeyê re hevdîtin pêk aniye û bi pere hevkarî bi wan re kiriye.

Çete û sîxurê bi navê Hemîd Xelîl El-Ehmed ê di sala 1998`an de li gundê Xerza yê Amûdê ji dayik bûye, di dema lêpirsîna xwe de li xwe mikur hat ku rasterast pêwendiya wî bi endamekî îstixbarata Tirkiyê re hebûye û wî zanyariyên girêdayê zêdetirî 20 cihên leşkerî, ewlekarî û saziyên Rêveberiya Xweser ên li bajarokên Zirgan, Amûdê û Dirbêsiyê şandine ji MÎT`ê re, ku yek ji wan navendan li gundê Xerezê  ye û di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk de 2 şervanên Erka Xweparastinê li wê derê şehîd bûbûn.

Hêzên me piştî lêpirsîna bi her du sîxuran re, ew radestî edaletê kirin.”