QSD'ê dewleta Tirk li derewê qeliband

QSD'ê daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirk ku duh kirî û gotibû 9 endamên wan şehîd bûne li derewê qeliband.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) got, ''Wezareta Berevaniyê ya artêşa Tirk a dagirker duh li ser medyaya dijîtal îdîa kiribû ku şervanên me li herêmên ku dagir kirine êrîş anîne ser baregehen leşkerî û 9 şervanên me şehîd bûne.''

QSD'ê daxuyaniya artêşa Tirk a dagirker a li ser medyaya dijîtal weşandî li derewê qeliband. QSD'ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker ji bo ku êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşrû nîşan bide van îdîayên wiha dike.