QSD'ê bîlançoya êrîşên dagirkeriyê yên 23'ê Mijdarê eşkere kir

QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker doh bombe li 116 gund û bajarokan barand û di encamê de 3 şervan şehîd bûn. QSD'ê biryardariya xwe ya ji bo bersivdanê jî dubare kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 23'ê Mijdarê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dagirkeriya Tirk sûcên şer li dijî gel û heremên me dewam dike, bi van sûcan dixwaze jiyana gel xera bike û û derbê li vîna berxwedana wî bixe û ziyanê bighîne têkoşîna wî ya ji bo jiyana hevbeş û aştîxwaz. Bi vê armancê dagirkerî hemû rêbazên derveyî exlaq û pîvanan li heremê diceribîne, lê pir zelale ew rêbazên bê exlaq nikare vîna şervan û gelê me bişkîne, berovajî wê her ku diçe têkoşîna me mezinter dibe û garantiya serketinê bi xwe re tîne.

'EM Ê HÊZA XWE MEZINTIR BIKIN Û GELÊ XWE BIPARÊZIN'

Dagirkeriya Tirk bi êrîşên li ser binesaziya heremê sûcekî şer navdewletî dike, bi balafiran destekê dide DAÎŞ'ê û dixwaze çeteyan ji zindan û kampan birevîne, bi êrîşên ser kampa Holê û zindanan re ev zelal bû.

Dagirkeriya dewleta Tirk doh êrîş bir ser bêhtirî 116 gund û bajarok li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, balafirên şer û keşfê û çekê giran bikar anî. Nêta xwe ya komkujiyan li ber çavan e. Wê ev sûcên dagirkeriyê bê bersiv nemîne û li ser esasê wê em ê hêza xwe mezin bikin û gelê xwe biparêzin."

Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên 23'ê Mijdarê wiha ye:

HERÊMA EFRÎNÊ

"Gundên Meyasê, Birc Qasê, Soxanekê, Aqibê, Bênê, Merenazê, Malikiyê, Tinnib, Tat maraş, Kiştear, Elqemiye, bi 208 roketên obusê û 150 gulleyên bombeavêjê hatin bombekirin. Li Tepê Meyasê, 2 leşkerên Hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Til Rifat, Til Madiq, Hesacêk, Samuqa, Til Cîcan, Til Eyneb, Bêlluniyê, Eyn Deqnê, Hirbilê, Şêx Îs, Minnix  267 roketên obusê û 65 gulleyên bombeavêjê hatin bombekirin.

HERÊMA CIZÎRÊ

LI TIL TEMIRÊ 2 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN

Gundê El-Hemra bi balafirê keşfê hat xistin. Di encam de 2 şervan şehîd bûn, 3 şervan jî birîndar bûn.

Til Leben, Gozeliyê bi 9 roketên obusê hatin armanc girtin.

AMÛDÊ

Gundên Til Kêf, Şor, Hasidiye, Hemdûn, Tûkê, Xerezê, Bobî, Dada Ebdal, Til Werd  bi  33 roketên hawan û doçka hatin bombekirin. Bi balafirên kefşê bombe li gundê Zêdiyê hate barandin. Gundê Mehermela 2 caran bi balafiê keşfê hate bombekirin. Zirgan, gundê Ibrahimiyê, rastî êrîşa balafirên keşfê hatin.

LI ZIRGANÊ ENDAMEKÎ ASAYÎŞÊ ŞEHÎD BÛ

Rêbendek Asayişê li Zirganê, bi dronek întîharî hatin armanc girtin. 1 endamê Asayişê şehîd bû, 3 endam jî birîndar bûn.

QAMIŞLO

3 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN

Li hember seyareyek sivîl êrîşa keşfê pêk hat. Li hember cihekî sivîl êrîşa balafirên şer pêkhat. 3 sivîl birîndar bûn. Şirketa ode ya gazê, bi 6 roketên obus hatin armanc girtin, şewat derket û ziyana maddî çêbû.

Gundên Til Cîhan û Mele Ebas bi balafirên şer hatin bombekirin.

Til Xatun, Hîmo, Embara, Zindana Çerkîn, Nafkirê, depoyê genim ê Qenat Siwês, Til Faris, Taxa Hilko, Til Şe’îr, rêya Elî Fero bi  21 roketên obus, roketek hawan hatin armanc girtin.

Bîra neftê (di navbera gundên Dêrna Qilinga – Gir Hesenak) û bîra nêzî gundê Mehşûqê, Gundên Enbara, Girê Siwar, Elî Fero bi obus û hawanan hatin bombekirin.

Li gundê Elî Fero seyareyek sivîlan hate bombekirin û ziyanên maddî çêbû.

Gundê Mizgefta (istasyona kehrebe) , Gundê Ewda ( cihê belavkirina mazotê) rastî êrîşa balafirê keşfê hatin.

Li Gundê Rotan ya Tirbesipiyê, li hember akademiya hêzên Sotoro êrîşa balafirê keşfê pêk hat.

DÊRIK

ÊRIŞ LI SER CIHÊ MAZOTÊ HATE KIRIN, 3 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN

Li hember cihê mazotê di navbera gundên Girhok û Alî Axayê navçeya Til Koçer 4 caran êrîşa balafirên şer pêkhat. 3 sivîl birîndar bûn.

Gundê Koçerata, rastî êrîşa balafirên şer hat.

Li hember cihê mazotê di gundê Siwêdiyê de, Nêzî meheta Siwêdiyê , cihê mazotê li gundê Eltifla, Gundê girkehfik êrîşa balafirên şer pêk hat. Zirarên madî çêbû.

Gundê Derzî Xan, Gunde Mesref, Gundê Girê Pirê (Tirbesipiyê) li hember cihê mazotê, nêzî gundê Alî Qaso, Gundê Mehşuqê (Çilaxa) û Nêzî gundê Şirikê êrîşa balafirê keşfê pêkhat.

Gundên Xaneserê û Girêreş, rastî êrîşa obus, hawanan hatin.

HOL

Hêzên Ewlehiya ya Kampa holê, 3 caran rastî êrîşa balafirê keşfê hatin.

HERÊMA FIRATÊ

KOBANÊ

Gundên Zormexar, Gultib, Qeremox, Xan, xirbîsan, Cîşan, Bajaroka Şiyux, Girê Ehmed Minîr, Goran, Xirbîsan, Cîşan, Eşma, Çarixlî, Zorava, Siftek, rastî êrîşa bi tank, obus û Hawanan hatin.

GIRÊ SPÎ

Gundên Seyda, Dibis, Girê Xan, Zenubia rastî êrîşa bi tank, obus û Hawanan hatin.

REQA

Gundên Fatisa, Reqa 11, Reqa 4, Xwaringeha Nexîl rastî êrîşa bi obus û Hawanan hatin.

MINBIC

Gundên Elseyda, Dendeniya, Toxar, Ewn Dadat, El Kawiklî, El Hoşeriye, Qert, Êran, cat rastî êrîşa bi obus û Hawanan hatin.

SIRÎN

Gundê Qerareşk rastî êrîşa balafirên keşfê hat.

TIRWAZIYE

Gundên Um El Beramîl, bajaroka Kenterî, Tirwaziyê rastî êrîşa bi tank, obus û Hawanan hatin."