QSD'ê bang li ciwanên Sûriyeyê yên di nav DAIŞ’ê de kir
Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê bang li ciwanên Sûriyeyê kir ên ku di nava refên çeteyên DAIŞ'ê de cih digirin.
Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê bang li ciwanên Sûriyeyê kir ên ku di nava refên çeteyên DAIŞ'ê de cih digirin.
Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bang li ciwanên Sûriyeyê kir yên ku di nav DAIŞ′ê de ne. Fermandariyê diyar kir ku di nava 10 rojan de xwe radestî hêzên QSD′ê bikin, ji bo jiyana xwe û malbatên xwe biparêzin.
Li ser banga rûspiyên êlên herêmê û Meclîsa Sivîl a bajarê Reqqayê û bi erêkirina MSD′ê, Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê bang li ciwanên Sûriyeyê yên di nava refên çeteyên DAIŞ'ê de kir.
Daxuyaniya QSD'ê wiha ye;
"Em bang li ciwanên Sûriyeyê dikin yên ku di nava refên çeteyên DAIŞ′ê de ne. Bila di nava 10 rojan de xwe radestî noqteyên leşkerî yên QSD′ê bikin û malbatên xwe biparêzin. Em jî amade ne bi hemû derfetên xwe bi wan re bibin alîkar.
Tu cudahî nîn e ku ciwan xwe radestî hêzên leşkerî yan rûspiyên herêmê, yan jî Meclîsa Sivîl a Reqqayê bikin.
Bila gelê me yê Reqqayê dûrî hemû baregehên çeteyên DAIŞ′ê û herêmên ne rizgarkirî bin."