QSD’ê 100 çeteyên DAÎŞ’ê teslîmî Iraqê kir

QSD’ê 100 çeteyên DAÎŞ’ê yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de teslîmî hikumeta Iraqê kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî teslîmkirina çeteyên DAIŞ’ê yên Iraqî îro daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

“Saziyên taybet ên hêzên me 100 terorîstên DAIŞ’ê yên Iraqî teslîmî Hikumeta Federal a Iraqê kirin. Ev yek li gorî plansaziyekê ku berê di navbera hêzên me û hikumeta Iraqê de hatibû amadekirin, pêk hat.

Veguhastin bi rêya sînorên fermî yên di navbera Sûriye û Iraqê de pêk hat.

Her wiha di çend salên borî de hêzên me gelek çeteyên DAIŞ`ê yên Iraqî teslîmî hikumeta welatê wan kiribûn, lê hîna jî bi sedan çete di girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne.”