QSD: Di êrişên 22'ê Mijdarê de 7 sivîl şehîd bûn; em ê tolê hilînin
QSD'ê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 22'ê Mijdarê eşkere kir û diyar kir ku 2 şervanên YAT'ê û 7 sivîl şehîd bûne. Soza tolhildanê jî dubare kir.
QSD'ê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 22'ê Mijdarê eşkere kir û diyar kir ku 2 şervanên YAT'ê û 7 sivîl şehîd bûne. Soza tolhildanê jî dubare kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser êrîşên 22'ê Mijdarê yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
"Dewleta Tirk a dagirker êrişên ku li hember axa Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê dike, di roja 19’ê Mijdarê de, di seetên şev de bi êrişen berfireh ên hewayî û topbaranan ve dijwartir kir. Di van êrişan de bi dehan balafirên şer û yên keşfê tên bikar anîn. Di van êrişan de cihûwarên niştecihên sivîl û saziyên civakî û xizmetguzarî wekî dibistan, nexweşxane, cihên aboriyê, cihên petrol hwd.. tên hedef girtin. Di encamên van êrişan de li gelek cihan welatiyên sivîl û hêzên ewlekariyê şehîd ketin û birîndar bûn. Her wiha di gelek deveran de zirarên madî çêbûn. Di roja 22'ê Mijdarê jî êrişên Artêşa Tirk a dagirker bênavber êrişên xwe berdewam kir. Di van êrişan de bi piranî cihên sivîl hatin hedef girtin. Li bajarê Til Temirê ku tê de gelek pêkhateyên herêmê dimînin, bi awayek hovane hat hedef girtin. Dîsa li gundê Mekmen ya girêdayî herêma Dêrazorê, cihên welatiyên sivîl bi awayek zanebûn hat hedef girtin. Di van her du êrişan de 7 welatî şehîd ketin û welatiyek jî birîndar bû. Bi van êrişên ku li hember cihûwarên sivîlan tê li dar xistin ve armanca dewleta Tirk a dagirker ev e ku, tirsek di nav gelê me de ava bike û gelê me mecburê koçberiyê bike.
Her wiha li bakûrê bajarê Hesekê, di hundirê baregeha Koalîsyona Navnetewî de, Yekîneyeke Antî Teror (YAT) ya ku ewlehiya baregehê digirt û tevlî operasyonên li hember DAIŞ'ê dibû, ji aliyê balafirek keşfê ya Artêşa Tirk a dagirker ve hat hedef kirin. Di têkoşîna li hember DAIŞê de, Yekineyên Antî Teror, her tim wekî hêzên pêşeng di operasyonan de cîh girtiye û darbeyên giran li çeteyên DAIŞê daye. Li hember vê êrişê bêdeng mayina Koalîsyona Navnetewî jî helwestek ku neyê pejirandin e.
Li bajarokê Tirbesipiyê 2 navendên belavkirina mazotê ji aliyê balafirên keşfê ve hatin hedef girtin. Ev êrişên ku bi zirarên madî bi encam bûn ve armanca dewleta Tirk a faşist ev e ku, di heremê de îstîkrarê xirab bike, di aliyê aborî de jî zirarê bide gelê heremê.
Bîlançoya êrişên Artêşa Tirk a dagirker ya roja 22ê Mijdarê bi vê şeklê ye;
Li herêma Cizîrê,
Li gundê Uca ya girêdayî bajarokê Til Temirê 2 caran êrişên balafirên keşfê çêbûn. Di encama van her du êrişan de 2 karker şehîd ketin, karkerek jî birîndar bû. Di noxteyek din ku ji aliyê balafirên keşfê ve bû hedef de 3 şervanên me şehîd ketin.
Nîvro di seet 12:00’an de li bakûrê bajarê Hesekê, biryargeya Koalîsyona Navnetewî ji aliyê balafirên keşfê ve hat bombebaran kirin. Di encama vê bombebaranê de 2 şervanên YATê (Yekineyên Antî Teror) şehîd ketin. Herwiha 3 şervanên YATê jî birîndar bûn.
Li gundê Ewda û nêzî gundê Leylan ya girêdayî bajaroka Tirbesipiyê, 2 navendên belavkirina mazotê ji aliyê balafirên keşfê ve hatin bombebaran kirin. Di encama van êrişan de zirarên madî çêbûn.
Li gundê Gir Dohal yê bajarokê Tirbesipiyê, balafirên keşfê malek sivîlan hedef kir. Di encama vê êrişê de zirarên madî çêbûn. Herwiha li bajaroka Tirbesipiyê nêzî noxteya Asayişê jî ji aliyê balafirên keşfê ve hat hedef kirin.
10 gundên bajarê Qamişlo û 8 gundên bajaroka Amûdê bi obus û hewanan hatin topbaran kirin.
Li herêma Dêrazorê,
Gundê Mekmen ku 70 km dûrî sînor e, despêkê ji aliyê balafirên keşfê ve piştre jî ji aliyê balafirên şer ve 5 caran hat bombebaran kirin. Di encamê vê êrişê de 2 karker şehit ketin û 3 karker jî brindar bûn.
Li herêma Firatê,
Li hember bajarê Minbic û 8 gundên wê, êrişên topbaran hatin kirin. Herwiha li hember gundê Mihsinlî êrîşa balafirên keşfê çêbû. Li xeta Girê Sipî û Eyn Îsa 11 gund û rêka M4 a navdewletî bi obus û hewanan hatin topbaran kirin. Li hember bajarê Kobanî, 2 navçeyên wê û 7 gundên wê bi obus û hawanan hatin topbaran kirin. Herwiha li hember Kobanî û gundên wê 11 caran êrişên balafirên şer çêbûn.
Li herêma Efrînê, 29 gund bi obus û hawanan ve hatin topbaran kirin.
Di van êrişan de bi giştî 84 gund û bajarok hatin hedef girtin.
Di tevahî rojê de di xetên tamasê de hêzên me li hember êrişên Artêşa Tirk a dagirker bersivên xurt dan. Gelek zaiyatên dijmin çêbûn.
Di encamê êrişên roja 22ê Mijdarê de, 2 şervanên YATê û 7 welatiyên sivîl şehîd ketin û 3 şervanên YATê û welatiye sivîl jî birîndar bûn. Em ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Herwiha ji bo birîndaran jî şifayên acîl dixwazin. Nasnameyên şehîdên me wê di demek kurt de bi raya giştî re werin parve kirin. Em carek din dubare dikin ku em ê tola şehîdên xwe rakin û li dijî êrişên Artêşa Tirk a dagirker bersivên pêwîst em ê bidin."