QSD: Di berxwedana Eyn Îsayê de 5 şervanên me şehîd bûn

QSD’ê der barê êrişên dawîn ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê daxuyaniyek da û diyar kir ku di vê êrîşê de 5 şervanên QSD’ê şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî êrişên dawîn ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê daxuyaniyek da.

QSD’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawîn de li xeta Eyn Îsa êrişên xwe zêdetir kirine û bi wan êrişan dixwazin li derdora rêya M4 hakimiyetê çêkin û ji vir êrişê navçeya Eyn Îsa bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê got “Gelek hewldanên çeteyan di encama bersivdayina şervanên me de bê encam man û çete neçar man ku êrişên xwe paşve bikişînin.”

QSD’ê bal kişand ser vî tiştî ku di 27’ê Kanûnê de çeteyan li hemberî gundên Mişêrfa û Cehbel bi desteka balafirên bêmirov êrişeke berfireh li dar xist, di vê êrişê de derdora Eyn Îsayê û gundewarên wê bi dijwarî hatin topbarankirin û wiha lê zêde kir: “Di encama bersivdayîna şervanên me de, rojên 27 û 28’ê Kanûnê li xeta gundên Mişêrfa û Cehbel cih bi cih pêvçûn qewimîn û êrişên dagirkeran careke din hatin şikandin.

Di wan pêvçûnan de 4 ji wan endamên Lîwa El-Şimal El-Demokrat, bi giştî 5 hevrêyên me şehîd ketin. Em ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û soza parastina welatê xwe dubare dikin.”