QSD: DAÎŞ zarokan ji xwe re dikin mertal

QSD'ê ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê 700 zarokên 'Eşbal El Xîlafe' ji xwe re dikin mertal û bi vî rengî hewl didin li pêşiya operasyona hêzên wan bibin asteng.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser rewşa dawî ya operasyona li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ku êrişî girtîgeha Hesekê kiribûn, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di 3 rojên dawî yên êrişa birêxistinkirî ya çeteyên DAÎŞ'ê de ya li ser girtîgeha Xiwêranê, astengiya herî mezin li pêşiya hêzên me derket, zarokên Eşbal El-Xîlafe ne ku çeteyên DAÎ'Şê wan zarokan weke mertal bi kar tîne. Hejmara wan 700 zarok e. Di hucreyên cuda de bûn da ku ji nû ve werin perwerdekirin. Çi bê serê wan zarokan, DAÎŞ berpirsyar e. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî dikin ku mudaxele bikin da ku zarok di êrişên DAÎŞ'ê de neyên bikaranîn û wan radestî hêzên ewlehiyê bikin."