QSD: Şervanê me Seqman şehîd bû

QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê ê bi navê Hêlan Cilwî El Ferîc El Selame (Seqman) eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî di Hêzên Cebhet El Ekrad de eşkere kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Hîna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin, di êrîşên xwe de balafirên bêmirov, çekên giran, tank, moşek û çekên din bi kar tînin, da ku ewlehî û îstîqrara herêmê tevlihev bikin.

Lê şervanên me li hember tevahî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê disekinin, da ku parastina xelkê herêmê ji êrîşên dagirkeriyê bikin.

Di eniyekî Minbicê de şervanê me Seqman ê ji Hêzên Cebhet El Ekrad ên girêdayî hêzên me di bersivdana êrîşên dagirkerî û çeteyên wê de şehîd bû.

Hevrêyê me şehîd tevlî Hêzên Cebhet El Ekrad bû, tevlî gelek dewreyên leşkerî bû. Di perwerdeyan de pisporên şer wergirt, beşdarî gelek hemleyên leşkerî yên li dijî rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst bû û berxwedaneke mezin tevî hevrêyên xwe raber kir.

Em sersaxiyê didin malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdên xwe, em ê armancên şehîdan ên rizgarkirina herêmên dagirkirî pêk bînin û parastina ewlehiya xelk û herêmên xwe bikin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê tevgerî: Seqman

Nav û paşnav: Hêlan Cilwî El Ferîc El Selame

Navê dayikê: Betle

Navê bav: Cilwî

Cih û dîroka jidayikbûnê: Meskenê/2003

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Erîma-02.02.2024."