QSD: Îddîayên dewleta Tirk derew in, me şervan neşandine Ukraynayê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir îddîaya ku dewleta Tirk dagirker dibêje ku QSD’ê şervan şandiye Ukraynayê derew e.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir îddîaya ku dewleta Tirk dagirker dibêje ku QSD’ê şervan şandiye Ukraynayê derew e.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê duh li ser malpera xwe ya fermî têkildarî îdiayên dezgehên çapemeniyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate gotin
“Gotegot û îddîayên dezgehên ragihandinê yên dewleta Tirk ku qaşo me şervanên xwe şandine Ukraynayê derew in. Dewleta Tirk dixwaze ku navê hêzên me xirab bikin. QSD hêzeke nîştimanparêz a Sûriyeyê ye, ji bo parastina xakê û gel têdikoşe û li dijî êrişên hêzên terorîst û dagirker e. QSD bi hemû hêza xwe, erka xwe bi cih tîne û dê pêk bîne."