Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê çeteyên DAIŞ’ê Ebdullah Ebdulkerîm Ebdullah dema dixwest bireve biçe Tirkiyeyê ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:
"Yekîneyên taybet ên QSD’ê çeteyekî DAIŞ’î yê Iraqî li bendeke kontrolê ya Reqayê dema hewl dida bi rêya hevkarên rêxistina terorîst bireve Tirkiyê, girt. Ew çete bi rêya rêxistina DAIŞ’ê ji beyara Sûriyê derket.
Li gorî îtîrafên terorîstê bi navê Ebdullah Ebdulkerîm Ebdullah ew ji ber teqîna mayînekê bi wesayîta ku tê de bû, li ser rêya Eseriya-Xenasir ê beyarê Reqayê birîndar bû. Ew çete li herêma Wadî Miyah, Şam, beyara Sexne, beyarê Tedmir û bejahiyên Helebê digerî.
Terorîst Ebdullah di 2017’an de tevlî rêxistina DAIŞ’ê bû û li bajarokê Salihiyê perwerdeya leşkerî dît û piştî perwerdê çû herêma Selahedîn (Iraqê) û li wir 4 mehan ma. Piştre vegerî xeta Şamiyê û piştî têkçûna DAIŞ’ê li herêmê çû beyara Sûriyê. Di îtîrafên terorîst Ebdullah de hin mêvanxaneyên taybet bi endamên DAIŞ’ê li Tirkiyê hebûn û kesên berpirsên tedawiya wan hebûn û vedigerandin xaka Sûriyê.
Li gorî hatibû plankirin diviyabû ew çete li nexweşxaneyên Riha û Dîlokê bihata dermankirin."