Qonaxa duyemîn a pêngava jinan a li dijî dagirkeriyê dest pê kir
Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dest bi qonaxa duyemîn a pêngava xwe kirin. Qonaxa duyemîn wê heta Nîsana 2021'ê dewam bike.
Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dest bi qonaxa duyemîn a pêngava xwe kirin. Qonaxa duyemîn wê heta Nîsana 2021'ê dewam bike.
Komîteya Amadekar a Çalakiyan a Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan dest bi qonaxa duyemîn a pêngava xwe kirine ku bi dirûşma "Na ji dagirkerî qirkeriyê re, em ê jinan û jiyanê bi hev re biparêzin" dest pê kirine.
Komîteyê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku sîstema kapîtalîst a serdest ji bo karibe îradeya gel bişikîne destpêkê îradeya jinê dişikîne û vê hîn jî dewam dike.
Di daxuyaniyê de li ser qonaxa duyemîn a pêngavê wiha hate gotin, "Em dixwazin têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkeriyê mezin bikin. Bi mezinkirina têkoşînê re em ê pêşî li vê sîstemê û zîhniyeta wê bigirin. Di heman demê de bi rêya perwerde û agahdarkirinê em ê jinan, xwezayê, mafên mirovan, siyaset, civak û aboriyê jinûve biparêzin."
Komîteyê diyar kir ku wê qonaxa duyemîn ji 17'ê Çileya 2021'ê Heta 17'ê Nîsana 2021'ê bi 30 rêxistin û tevgerên jinan bi bernameyeke berfireh dewam bikin.