PYD: Yekîtiya Netewî ewlekariya herî bingehîn a Rojhilata Navîn e
PYD ya ku bang li Sûriyeyî û derdorên Kurdistanî kir, diyar kir ku Yekîtiya Netewî ewlekariya herî bingehîn a Rojhilata Navîn e.
PYD ya ku bang li Sûriyeyî û derdorên Kurdistanî kir, diyar kir ku Yekîtiya Netewî ewlekariya herî bingehîn a Rojhilata Navîn e.
Meclîsa Partiya PYD, têkildarî êrîşên dewleta Tirk a mêrtinger, helwestên ENKS’ê û banga Yekîtiya Netewî daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
″Li Rojhilata Navîn di bin navên cuda de alozî derkein. Hat diyarkirin ku rêxistina terorê ku Cebhet El-Nusra, Ceyş Fetih El-Şam û komên girêdayî wan cihê xwe di nav de digirin, hebûna Kurdan gef dike. Ev yek di komkujiya Til Eran û Til Hasil a ku di Tîrmeha sala 2013′an, komkujiyên ku di Tebaxa sala 2014′an de li dijî gelê Êzidî yê Şengalê, her wiha komkujiya ku di Îlona sala 2014′an de li Kobanê pêk hat, pêk hatin, hat xuyakirin.
Destkeftiyên ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê hatin bidestxistin, jiyana bi ewle û hevbeş a di navbera gelên herêmê de, bi saya fedekariya bi hezaran şehîdan pêk hatin. Di vê demê bi Kurd hêza xwe ya demoratîk, li qadên Sûriye, herêmî û naveneteyî roleke girîng dilîzin de, şervanên YPG/YPJ′ê bi piştgiriya hêzên navneteweyî, derbeyên mezin li dewleta xîlafetê dixin. Ev yek bandorê li ser ajandayên sîstemên netewperest û olperest dike. Ji ber vê ev sîstem dewleta xîlafetê hê bi hêz dikin.
ENKS′ê şerê taybet ê ku îstixbaratên Tirkiye dide meşandin û hebûna DAIŞ′ê û El-Nusra diparêze.
KNK′ê xebatên lidarxistina hevdîtina şêwirmendî dike. Dostên gelê Kurdistanê jî avakirina yekîtiya neteweyî girîng dibînin. Lê Rêveberên ENKS′ê piştgiriya dijmin dikin, ajandayên wan pêk tînin û bi hemû derfetên xwe hewl dide ku çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê û pêkanîna sîstama Federaliya demokratîk, bi ser nekeve. Her wiha hewl dide lihevkirin di navbera gelê Kurd û gelê Sûriyeyê de pêk neyê.
Em êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Efrînê û Şahbayê şermezar dikin. Em vê êrîşê wekî êrîşeke li dijî gelê Kurd û tevahî gelê Sûriyeyê bi nav dikin. Em ê bi hemû hêza xwe bixebitin da dewleta Tirk a dagirker bin bikeve û ji axa Sûriyeyê derkeve.
Em bang li tevahî hêz û partiyên demokratîk ên Kurdî, Sûriye û Kurdistanî, her wiha kesên bi rûmet ên di nava ENKS′ê de cih digirin, dikin ku kiryarên ku van kesên bi êrîşî gelê me dikin rawestînin.”